Cenazeyê Nagîhanê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî" hat pêşwazîkirin

  • 14:51 13 Cotmeh 2022
  • Rojane
KONYA - Cenazeyê Nagîhanê li gundê Xelîkana navçeya Cîhanbeylî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hat pêşwazîkirin.  
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmehê de li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Cenazeyê ku ji Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê hat vergirtin li gundê Xelîkana (Golyazi) Cîhanbeyliyê bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin.