Cenazeyê Nagîhanê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî" hat pêşwazîkirin 2022-10-13 14:51:44   KONYA - Cenazeyê Nagîhanê li gundê Xelîkana navçeya Cîhanbeylî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hat pêşwazîkirin.     Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmehê de li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Cenazeyê ku ji Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê hat vergirtin li gundê Xelîkana (Golyazi) Cîhanbeyliyê bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin.