Li Îtalyayê ji jinan 'Mîtînga em azadiya xwe paşve digirin'

  • 13:34 1 Cotmeh 2017
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Romayê di mîtinga ku ji aliyê jinan ve bi dirûşma 'Em azadiya xwe paşve digirin' hat lidarixistin de şîdet hat protestokirin.
 
Li payîtextê Îtalya Romayê di pêşengiya sendîkaya herî mezin a kedkaran de Konfederasyona Karên Giştî (CGIL)  de bi dirûşma 'Em azadiya xwe paşve digirin' mîtîng hat lidarixistin û di mîtînga ku hat lidarxisitn de tundiya li dijî jinê hat protestokirin. Mîtîng li Qada Venedîkê hat lidarixistin û li gel parêzvanên mafên jinan gelek kes tevli bûn.
 
Di mîtîngê de Seroka CGIL'ê Susanna Camusso axivî û bal kişand ser îzhniyeta baviksalar a serdest. Susanna wiha got: "Fikreke ku jin ne azad e û wekî ku objeyek hûn li gorî xwe bi kar bînin heye. Ev fikir dibêje 'tu ya min î' lê divê ku li ser vê lêhûrbûnek bê kirin. Ji ber ku li pit ve têkiliyek tune ye û fikra xwedîderketina li milkekî heye."
 
'Divê qanûn bê guhertin'
 
Susanna, bi bîr xist ku kuştinên jinan her dem bi hinceta nexweşî û derûniya nebaş tên pêkanîn û diyar kir ku qanûn bi van hincetan mêr diparêze.
 
Seroka Meclisa Nûneran Laura Boldrînî jî got ku divê qanûn li gorî ku jinan biparêzin bên guhertin.
 
Herwiha li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Îtalyayê jî hat aşkerakrin ku di sala çûyî de li Îtalyayê 120 jin hatine qetilkirin.