Li Pakîstanê jinan pirsgirêka veguhestinê bi projeya bîsîkletê çareser kir

  • 09:04 1 Cotmeh 2017
  • Cîhan

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Îslamabadê xwendekarên jin, li kampusê ji bo pirsgirêka veguhestinê projeya bîsîkletê ya bi navê CYKIQ amade kirin û pirsgirêk çareser kirin.  Jinên bîsîkletê bikar tînin diyar kirin ku ev rewş wan azad dike.

 
Paytexta Îslamabad a Pakîstanê li kampusa Zanîngeha Teknolojî û Zanistê ya Neteweyî (NUST) 5 xwendekarên jin projeya parvekirina bîsîkletê ya bi navê ‘CYKIQ’ amade kirin û pirsgirêka veguhestina dirêj ya kampusê çareser kirin.  Li kampusê ku pansiyon, kantîn, pol û blogên rêveberiyê jî hene li ser qada hezar donimî beyî hewce bi îstasyonên bicihbûnê bê dîtin, li 10 nokteyan 50 bîsîkletên îthal hene. Tê payîn ku heta meha cotmehê 25 bîsîkletên din jî bên kampusê.  Jinên damezrînerên projeya bîsîkletê diyar dikin ku ev sê sale bi şev û rojin dixebitin.
 
Senam Khan ya 21 salî ku yek ji damezrînera projeyê ye diyar kir ku pêkanîna bîsîkletê ji bo xwendekaran hêsaniyê ava dike û got ev pêkanîn jiyana her kesên li kampusê hêsa dike. Senamê di berdewamiyê de wiha got: “Jin û mêr wekhevin. Divê ev teşeyên veguhestinê jî wekhev bin.  Li Pakîstana ku muhafazakare gelek kêm jin bîsîkletê bikar tînin.”
 
Damezrînera din Ans Shahzad jî  diyar kir ku mêr di alî ku li wesayîtan siwar bibin de rehetin û got: “Jin di alî bikaranîna wesay û bîs..