Ji bo jinên penaber malek nû: Tora Melîssa

  • 09:54 27 Îlon 2017
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Melîssa ya li Atînayê hat vekirin, bû mala duyemîn ya jinên penaber.  Li Mellîsayê jin di aqtîvîteyên civakî de cih digirin û sohbetan dikin û di mijara mafên penaberan de perwerdeyan digirin.
 
Tora Melîssa ya di sala 2016’an de ji bo jinên penaber li Atînaya Yewnanîstanê hat vekirin, ji bo jinan deriyê jiyaneke nû vedike.  Tora Melîssa ku armanca karê wê tune, ji bo jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkayê çûne bû maleke nû.  Piraniya jinên li vir ji Sûriye, Afganîstan, Îran, Somalî û welatên din koçî Atînayê kirine.  Andrea Borja ya li Melîssayê dixebite diyar kir ku ev derseke  mafê jinan e.
 
Li  Melîssa ya cihê hevdîtinê ya jinên ji welatên cudaye,  jin li dora maseyekê tên cem hev û di gelek mijaran de perwerdê digirin.  Jin sohbetan dikin û di aqtîvîteyên civakî de cih digirin.
 
‘Hejmara me her diçe zêde dibe’
 
Antropolog, Nadîna Chrîstopoulou ku yek ji damezrînera Melîssayê ye got: “Jin tenê dema ku ji Atînayê derdikevin ji Tora Melîssa derdikevin.  Ji bilî vê beyî pirsgirêk hejmara me zêde dibe.  Ev karekî zehmet e lê me kêfxweş dike.  Hejmara me her diçe zêde dibe.”
 
Werger: JINNEWS