Li Nepalê jin hem hildiberînin û hem jî aboriya xwe ava dikin

  • 12:39 25 Îlon 2017
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Nepala ku jin di faliyetên çandinî de dixebitin û di hilberînê de cih digirin, bi koperatîfên vekirine re di qada xurek û çandiniyê de aboriya xwe ava dikin.
 
Li Nepalê yek ji çavkaniyên debarê ya girîng sektora çandiniyê ye û herî zêde jî jin têde dixebitin. Li welat jin di her asta xebata çandiniyê de cih digirin û di hilberînê de jî roleke girîng dilîzin. Jin ji sedî 15 di sektora çandiniyê de cih digirin û di qada çandiniyê de jî hejmara jinên perwerde dîtiye ji sedî 40 e.
 
Berpirsyariya hesadê bi jinan re ye
 
Jinên ku berpirsyariya kar û barê çandiniyê girtine ligel vê li sewalan jî dinêrin û wan xwedî dikin.  Jin ligel çandniyê di hilberîna sebze, rîçal, jole, ava fêkiyan û şîrînahiyê de cih digirin û bi koperatîfên ava kirin re aboriya xwe bi xwe ava dikin. Ligel vê bi komên cotkrarên jin yên hatine ava kirinê re ekîbên modern û tovê di alî tedarîkê de hêsanî jê re çêdibe.
 
Çavkanî: My Republica