Jinên Araqanê bi êrîşa zayendî re rû bi rû dimînin

  • 11:47 25 Îlon 2017
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN- Di rapora ku ji aliyê peywirdarên tendurustiyê ve hatiye amadekirin de hat diyarkirin ku jinên Araqanê yên ku reviyane Bangladeş'ê, bi tacîz, tecawiz û êrîşên zayendî re rû bi rû mane.
 
Pispor û peywirdarên tenduristiyê  yên ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ne diyar kirin ku jinên Misliman ên Araqanê yên ku ji qontrola tenduristiyê derbas bûne, ji ber êrîşa zayendî di laşê wan de birînên mayinde hatine tespîtkirin. 
 
Li gor rapora ku ji aliyê  peywirdarên tenduristiyê ve hatiye amadekirin, jinên Araqanê yên ku ji ber zextan ji Myanmarê reviyane Bangladeşê, bi tacîza zayendî, tecawiza komî û lêdana tund re rû bi rû mane.
  
Gelek raporên fermî yên  bi taybet Artêşa Myanmarê ku li dijî jinên Araqanê yên Misliman êrîşên zayendî yên sistematik pêk anîne heye, lê Myanmar vê yekê red dike.