Li Kobanê çanda kincê Kurdî

  • 09:01 18 Cotmeh 2017
  • Çand û Huner
Kawenda Hîlalî
 
KOBANÊ - Çanda kincên Kurdî bi salan e li Kobanê didome û dîroka xwe diparêze. 
 
Her gelek li ser çanda xwe şîn dibe, loma di her civakê de çandeke cuda heye. Di civaka gelê Kurd de, hebûna cilên Kurdî pir taybet e. Taybetmendî û lihevhonandina cilên Kurdî, xemla jinên Kurd şanî cîhanê dide. 
 
Dayika Gulîstan ku bi salan e di warê dirûtina kincên Kurdî de kedek giranbiha dide diyar kir ku lixwekirina kincên Kurdî çandeke Kurda ye û wiha got:"Karê ku em dikin dijwar e, hem em karên derve hem em ên hundir dikin. Em diwestin lê em dîsa jî kêfxweş in ji ber  ku alîkariya me digihêje civakê û em hewl didin ku çanda Kurdî her li ser piya bimîne. 
 
Herî dawî Dayika Gulîstanê wiha got:"Ji bo çanda me ya kevnar û giranbiha li ser piya bimîne gerek her kes kincên Kurdî li xwe bikin. Berê  jinan cilên Kurdî zêdetir li xwe dikirin, niha kêm bûye, ji bo ev çanda me winda nebe gerek em bêtir lixwekirina cilên Kurdî xwedî derkevin. Dem dema têkoşîn û parastina çanda Kurdî ye."