Beroşên eşûreyê ji bo parvekirina hêviyê dikelin

  • 09:29 7 Cotmeh 2017
  • Çand û Huner
DÊRSÎM - Beroşên eşûreyê yên li ser navê aştî û biratiyê hatin ava kirin, dest bi kelê kirin.  Çîlem Kuçukkleşê diyar kir ku eşûre nûneriya jiyana bi hev re, a mirovên ji çand û baweriyên cuda ye.
 
Beriya Îmam Huseyîn li Kerbelayê bê qetilkirin, piştî rojiya di meha Muahrremê de dihat girtin şûnde şorba eşûreyê bi coş û kelecan dihat çêkirin û parvekirin. Piştî komkujiyê di dîrokê de wateya ku li şorba eşûreyê dihat barkirin guherî.  Eşûre piştî vê dîrokê ji bo bîranîna kesên li Kerbelayê jiyana xwe ji dest dane û 12 Îmman hat çêkirin.  Di eşûreyê de 12 xurekên cuda hene û di rojên dawî de piştî rojiya Muharremê niha dest bi çêkirina wê hat kirin.
 
Endama Komîsyona Baweriyan a HDP’ê Çîlem Kuçukkleşê diyar kir ku  eşûre nûneriya jiyaneke pirçandî ya li Rojhilata Navîn e.
 
Çîlemê ev tişt vegot: “Li Dêrsîmê xweza di baweriya gel de girîng e. Li vir şewitandina darekê wek şewitandina mirovekî ye.  Li vir qedexekirina axê tê wateya qedexekirina her tiştî.
 
Ev civak pir şikest. Hêrsa wan mezinb û.  Dîsa jî parvekirina eşûreyê tê wateya parvekirina hêvî û moral.”