Galaya belgefîlma 'Hêza Heqîqetê' dî 5'ê Cotmehê de ye

  • 12:54 29 Îlon 2017
  • Çand û Huner
STENBOL - Galaya belgefîlma "Hêza Heqîqetê" ya têkildarî jinên bi biryara KHK’ê ji kar hatin avêtin, dê di 5’ê Cotmehê Roja Mamostayên Cîhanê de bê pêşandan.
 
Belgefîlma “Hêza Heqîqetê” ya ku der barê jinên mamoste yên bi Biryara Hukmê Qanûnê (KHK) ji kar hatin avêtin de hatî amadekirin, dê di 5’ê Cotmehê Roja Mamostayên Cîhanê de bê pêşandan. Belgefîlm dê saet di 19.00'an de li Navenda Çanda Bajêr a Şîşliya Stenbolê bê pêşandan. Belgefîlm, rewşa mamostayên jin ên rastî zor û zehmetiyan tên û yên ji kar hatîn avêtin vedibêje.