Hûner û dengê gundê pîrsolan ‘Koma zarokan’

  • 09:16 26 Îlon 2017
  • Çand û Huner
Zeynep Turgut
 
WAN - Li gundê Pîrsolanê ji aliyê zarokên gund ve Koma Zarokan hatiye avakirin. Zarok li gel stranên govendî her stranan dibêjin û govendê digirin. Her wiha Koma Zarokan di dewateke gund de hem stranan dibêje û hem jî govendê digire. Zarokan diyar kir ku ew bi stranên dayikên xwe hînî stranbêjiyê bûne û gotin ku ew dixwazin di pêşerojê de bibîn komek bi nav û deng. 
 
Li gundê girêdahî navçeya Bêgiriyê li gundê Pîrsolanê koma zarokan bi stran û klamên xwe rengekî cûda didin gund. Koma zarokan her straneke dizanin û bi pîranî jî stranên hûnerî dibêjin. Gava ku li gund dawat pêk tên zarok bi govend û stranên xwe kelecaneke cûda didin dewatan. Li Gundê Pîrsolanê reng û dengê koma zarokan li her kolanekê deng vedide. Zarokên di komê de cih digirin diyar kirin ku ew bi stran gotin û govend girtinê hez dikin û gotin ku ew dixwazin di pêşerojê de bibin hûnermend.
 
‘Dixwazim bibim hunermenda kurd’
 
Di Koma zarokan de Rabîa Tutka(10) anî ziman ku ew her tim dixwaze stranan bêje û got ku niştecihên gund gelek ji dengê wan hez dikin û wiha axivi;”Dayika min her tim ji min re stranan dibêje. Li gundê me her kes  stranan dizane. Ez û hevalên xwe her roj radibîn diçîn lîstîka dilîzîn. Pişt re jî em tên ji zarokên gund re stranan dibêjîn û govendê digirin. Mezin jî li derdora me kom dibin û me guhdarî dikin. Jiyana me pir xweş e. Li gund her kes ji me re dibêje dengê we pir xweş e. Ez jî hevalên min jî em dixwazîn pêşerojê bibîn hûnermendên kurd. Ez ji diya xwe hînî stran gotinê bûm. Di dawatên me de jî her tim stranên govendî tên gotin. Em bi piranî di dawetan de hînî stranan bûn. Em zark di dewatan de jî hem stranan dibêjîn hem jî bi he vre govendê digirîn.”
 
‘Ji  zarok û dayikên xwe re stranan dibêjîn’ 
 
Nûbar Tutka(9) jî bi lêv kir ku ew dixwaze di pêşerojê de bibe hûnermendeke bi nav û deng û wiha got:”Em gava stranan dibêjin gelek kêfxweş dibin. Lê li gund herkes me baş nas dike. Me carekê lê nerî ku her zarokek stranan dibêje.  Me jî got em koma zarokan ava bikîn û ji xwe re ji dayikên xwe re stranan bêjîn. Roja me bi stran gotin û govendê derbas dibe. Jiyana gund pir xweş e.  Ez ji stranên kurdî pir hez dikim. Lê ez dixwazim bi her zimanekî stranan bêjim û di serî de jî dixwazim bi kurdî bibêjim. Dixwazim her tim bi hûnerê re eleqeder bibim.”