Bajarê Antîk Meya 3 hezar sale li ser piyan e

  • 09:11 21 Tîrmeh 2020
  • Çand û Huner
AGIRÎ - Li Giyadînê Bajarê Antîk Meya 3 hezar sal e li ser piyan e û wek gelek cihên turîstîk ew jî ji ber vîrusa korona van rojan bêdeng e. Bajarê Antîk li bendê ziyaretvanê xwe ye.
 
Li navçeya Giyadîn a Agiriyê, li gundê Meya ya 12 kîlometreyî ji navçeyê dûr e, Bajarê Antîk Meya heye û ji Beriya Zayînê (M.O) sedsala 8’an heta niha hebûna xwe diparêze. Bajarê Antîk Meya wek stargeh û îbadetxane hatiye bikaranîn û di nava zinaran de bi kolandina cihên nerm, ji avahiyên tîpa şikeftan pêk tên.
 
Meya ku heta roja îro hatiye, bi dîmenên xwe Heskîfê tîna bîra mirovan. Bajarê antîk ji 15 şikeftî pêk tê û yek ji cihên ku gelê herêmê pir zêde diçin serdana wê ye.
 
Şikeftên Meya jî tê binavkirin û di vê germê de, bi hênikahiya xwe balê dikşîne. Şikeft zivistanê jî xwedî taybetiyekê ye ku xwe ji sermayê diparêze. Di hundirê bajarê antîk de teşeyên cuda, tenûr, cihên starbûnê, ode û îbadetxane hene. Navîna şikeftan jî gelek fireh e.
Îsal ji ber Vîrusa Koronayê rojên bêdeng dijî. Bajarê Antîk li bende ziyaretvanên xwe ye.