'Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa parastina çand û ziman bû'

  • 09:07 19 Tîrmeh 2020
  • Çand û Huner
Rûperin Bekir
 
ŞEHBA - Mamosteyên Koordînasyona Perwerdeya Civaka Demokratîk, bal kişandin ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê û gotin: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê, dihat wateya şoreşa parastina çand û ziman jî. Xeyalên ku bi salan hatibûn windakirin dîsa pêk hatin. Êdî netewên herêmê jî bi rengekî demokratîk bi zimanê xwe diaxivin."
 
Beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê gelê herêmê nikarîbûn bi rengekî serbest bi zimanê xwe biaxivin û bi çanda xwe tevbigerin. Şoreşa rojaveyê Kurdistanê di gelek aliyan de guhartin û veguhertinan bi xwe re anî. Êdî ziman, hebûn û nasname dihat parastin. Mamosteyên Koordînasyona Perwerdeya Civaka Demokratîk a Jinê (KPC-D- Jin), derbarê salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
Endama Rêveberiya KPC-D'ê ya navçeya Ehdasa Şehbayê û mamoste Sabah Cirnes ser guhartinên ku bi şoreşê re pêk hatine wiha nirxand: "Salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê em li hemû welatparêzên civakê pîroz dikin. Beriya şoreşa 19'ê Tîrmehê em bê maf û rol bûn. Lê piştî şoreşa rojavayê Kurdistanê gavên mezin hatin avêtin. Jinan rolek mezin di nava civakê de lîstin û xwe bi rêxistin kirin. Di hundir vê şoreşê de hemû sazî hatin avakirin. Em jî weke mamoste rola me di şoreşa 19'ê Tîrmehê de ew bû ku em careke din civak veguherînin ser ziman û çanda wê ya rast. Tişta herî xweş jî êdî em serbest. Em bi zimanê xwe diaxivin û zarokên me jî di dibistanan de êdî bi zimanê xwe fêr dibin."
 
‘Xeyalê ku bi sala hatibûn windakirin dîsa pêk hatin’
 
Sabah, di axaftina xwe de bal kişand ser perwerdê û wiha axivî: "Dibistana me ya yekemîn ji bo fêrbûna ziman li gundê Diraqliya yê navçeya Şera li Efrînê di sala 2011'an hat vekirin. Di sala 2015'an de bi rengekî berfireh saziya KPC hat avakirin. Di pêvajoya destpêkê de ya fêrbûna ziman hêjmara xwendekaran pir kêm bû. Ji ber hîn ew tirsa ku bi salan di dilê mirovan dijiye hîn hebû. Bi demê re êdî hemû civak ber bi şoreşa ziman ve çû, êdî her kes xwest ku bi zimanê xwe teger bike û ji bo zarokên xwe pêşerojekê avabike. Dayikên temen mezin pêşengtiya vê yekê kirin û tevî temenê xwe derbasî refên fêrbûna ziman bûn. Xeyalê ku bi sala hatibû windakirin bi şoreşa 19’ê Tirmehê re dîsa xwe vegerand şoreşa têkoşînê û pêk hatin.”
 
'Em ê bi şoreşê re ziman û çanda xwe bi parêzin'
 
Mamosteya bi navê Nesrîn Omar derbarê pêşxistina zimanê dayikê de wiha nêrîna xwe anî ziman: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku 9 sal li pey xwe hiştin serkeftinên pir mezin bi xwe re anî. Bi saya şoreşê îro em zimanê xwe di dibistan, zanîngeh û peymangehan de didin. Êdî nifşê nû ser azadiya bi zimanê xwe axaftin radibin. Başên taybet yên xwendinê hatine vekirin û fêrbûna ziman gihêştiye lûtkeyeke bilind. Em ê bi şoreşê re ziman û çanda xwe bi parêzin.”
 
'Netewên herêmê jî bi rengekî demokratîk bi zimanê xwe diaxivin'
 
Mamosta Zimanê kurdî Gulîstan Elî ser şoreşa ziman û di nav de parastina zimanê netewan wiha got: "Bi destpêkirina şoreşa 19'ê Tîrmehê re me jî dest bi şoreşa ziman kir, ji ber yek ji hîmên esasî yên vê şoreşê ku her mirovek bi zimanê xwe yê dayikê bi axive. Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa parastina çand û ziman bû, me di nav de nasname, zimanê xwe parast û netewên herêmê bi rengekî demokratîk êdî bi zimanê xwe di axivin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî jinan pîroz be."