Jinên Ciwan pêşengehek ji bo 19’ê Tîrmehê vekirin

  • 09:11 18 Tîrmeh 2020
  • Çand û Huner
HELEB - Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê bi boneya 19'ê Tîrmehê pêşengehek wêneyan vekirin. 
 
Bi boneya salvegera 19'ê Tîrmehê Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê pêşengehek wêneyan li parka Istîqamê ya taxa Eşrefiyê vekirin. Di pêşengehê de bi sedan endamên saziyan û şêniyên taxê amadebûn. Di pêşengehê de nêzî 40 tablo hatin pêşkêşkirin.
 
Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Fîdan Hemo pakrewanên 19'ê Tîrmehê bi bîr anî û wiha got: "Di serî de em 19'ê Tîrmehê li hemû gel, Rêber Apo û şervanên azadiyê pîroz dikin û şehîdên 19'ê Tîrmehê bi bîr tînin. Ji xwe despêka despêkirina 19'ê Tîrmehê despêka azadiya jinê bû. Jinê piştî 19'ê T^3irmehê bû xwedî hêz û hebûn."
 
Paşê kesên ku beşdarî pêşengehê bûne wêneyan temaşe kirin. Herî dawî pêşengeh bi gerandina govendê bi dawî bû.