Hejmara gotarên bi kurdî di Wîkîpedîayê de 30 hezar derbas kir

  • 12:09 14 Tîrmeh 2020
  • Çand û Huner
AMED - Di Wîkîpedîayê de, hemara gotarên bi kurdî 30 hezarî derbas kir.
 
Wîkîpedîa yek ji ansiklopediyên onlayn a herî mezin a cîhanê ye. Di kategoriya  kurdî ya Wîkîpedîayê de, hejmara gotarên bi kurdî 30 hezarî derbas kir. Weqfa Wîkîmedîayê, di peyama li ser twîtere parve kir de wiha got: “Di vê mehê de gotarên bi kurdî yên di Wîkîpedîayê de 30 hezarî derbas kir. Pîroz be, we karekê bêkêmasî derxist holê.”
 
Li gorî daniyên tebaxa 2019’an a Wîkîpedîayê, zimanê kurdî bi 721 hezar û 599 peyvan, bû zimanê 9’emîn ê xwedî peyvên herî zêde yên cîhanê. Di Wîkîpedîayê de, kategoriya herî zêde ya gotaran Îngîlîziye. Di kategoriya Îngîlîzî ya Wîkîpedîayê de 6 mîlyon, 120 hezar û 795 gotar hene.