Li Tirkiyeyê qedera Dêran: Vediguherînin mizgeftan

  • 09:07 14 Tîrmeh 2020
  • Çand û Huner
Şehrîban Abî
 
QERS - Her çiqas Ayasofya bê rojevê jî li Tirkiyeyê qedera gelek dêran heman e. Dêra 12 Hewariyan û Alexander Nevsky Katedralî ya li Qersê di nav demê de ji bo armancên din hat bikaranîn, piştre jî veguhertin mizgeftê.
 
Di salên dawî de li Tirkiyeyê mijara tunekirina mîrateyên çand û dîrokî pir zêde hat rojevê. Mînaka dawî em bi Ayasofyayê dibînin. Fatîh Sultan Mehmet yê di 1453’an de hat Stenbolê Ayasofya veguherî mizgeftê û di 24’ê Mijdara 1934’an de veguhertin muzeyê. Lê di rojên borî de Danîştayê biryar xera kir û dewrê Wezareta Karê Diyanetê kir. Ayasofya di 24’ê Tîrmehê de wê ji îbadetê re bê vekirin.
Gelek avahiyên dîrokî wek Ayasofyayê heman qederê dijîn. Li Qersê jî gelek cihên wisa hene.
 
Dêra 12 Hewariyan
 
Dêra 12 Hewariyan li quntarê Keleha Qersê ye û hezar û 88 sal hebûna xwe didomîne. Di sala 932’an de ji aliyê Ruman ve hat restorekirin û bi salan Rûs û Ermeniyan lê îbadet kir. Di 1920’an de ket destê Tirkan û piştre bi armancên cuda hat bikaranîn. Mizgeft 25 sale bi navê ‘Mizgefta Kumbet’ ji îbadetê re vekiriye.
 
Nivîskar lêkolîner Yildirim Ozturkkan der barê dêrînê de diyar kir ku di 1920’an de dêr wêran hatiye hiştin û Midûriyeta Giştî ya Weqfan dêr bi pereyan firotiye û demekê jî wek depo hatiye bikaranîn.
 
Alexander Nevsky katedrali
 
Yek ji dêrên dîrokî ya din ya li Qersê Alexander Nevsky Rus Katedralî ye. Yildirim da zanîn ku di 10’ê Gulana 1995’an de navê ‘Mizgefta Fethiye’ li dêrê hatiye kirin, minare lê hatiye zêdekiriye û qedera vê dêr jî wek din e.
 
Ruken Dengîz a li Qersê dijî jî der barê mijarê de fikr û nêrînên xwe vegot: “Em tên ku dêrê bibînin lê tiştekî ecêb e. Derveyê wê dêr, lê hundirê mizgeft e. Hema ligel wê Mizgefta Hasan El Hara Kanî heye. Hewce nedikir ku vê dêrê biguherin mizgeftê. Divê em li dijî her bawerî û cihên dîrokî rêzdar bin.”