Fîlmê berxwedana zîndana Amedê hat pêşkêşkirin

  • 14:13 12 Tîrmeh 2020
  • Çand û Huner
QAMİŞLO -  Bi boneya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê ya zîndana Amedê, Meclîsa bajarê Dêrikê filîmê bexwedana zîndana Amedê pêşkêş kir.
 
Di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li zîndana Amedê  lehengên azadiyê li dijî dewleta tirk bi çalakiya xwe ya rojiya mirinê çandeke nû ya qehremaniyê afirandin.  Bi boneya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê ya zîndana Amedê, Meclîsa bajarê Dêrikê filîmê bexwedana zîndana Amedê pêşkêş kir ku têde vîna, hêza têkoşerên azadiyê hebû. Filîm li hola Navenda Çand û hunerê ya Dîcle bi beşdarbûna endamên sazî û dezgehên civakî hat pêşkêşkirin.
  
Bi rêya fîlma ku hat pêşkêşkirin qehremnaiya têkoşerên ku tevlî rojiya mirinê bûne hat vegotin. Tevî zor û zilma dewleta tirk a faşît jî van qerhermam li ber xwe dan û bûn mînakên îradeyê li hember faşîzmê.
 
Filîm bi dirûşma “Berxwedan jiyane” bi dawî bû.