Hefteya Hunerî di roja pêncan de berdewame

  • 20:20 4 Tîrmeh 2020
  • Çand û Huner
ŞEHBA - Çalakiya hefteya hunerî di roja xwe yê pêncan de li kampa Serdemê hat lidarxistin.
 
Çalakiya hefteya hunerî bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn  bi dirûşmeya "Cineta yekem kevane, werin em zindî bikin"  di roja xwe yê pêncan de li kampa Serdemê bi beşdarbûna şêniyên wargehê hat lidarxistin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Kevana Zêrîn Nebîhe Mihemed axivî û wiha got: "Bi pêşengtiya jinê me dest bi çalakiya hefteya hunerî kir. Civak bê jin û bê çand zûha ye, ji bo wê yên ku civakê zindî dike çanda xwedawend e. Divê em nivşên nû li ser esasê çanda kurdî vejîn bikin." 
 
Paşê çalakî bi pêşkêşkirina stranên şoreşgerî û folklorî ji aliyê koma Avêsta ya Tev-Çandê ve destpêkir. Her wiha koma Ronahî ya zarokan govendê xwe bi rengê çanda Efrînê pêşkêş kirin. Ji aliyê Emel Omer û Bahar Silêman ve helbest hat pêşkêşkirin. Paşê şanoyek ji bo vîrûsa korona ji aliyê koma şehîd Barîn a Kevana Zêrîn ve hat pêşkêşkirin. Koma Kevneşopiyê ya şehîd Mizgîn stranên şoreşgerî û gelerî pêşkêş kirin. 
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.