'Hunera destên jinê jêdera dîrokê ye û çandê diparêzê'

  • 10:23 4 Tîrmeh 2020
  • Çand û Huner
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Jina bi navê Hizniya Osman ‘Keça kurd’ ya çanda xwe diparêze, bi keda destên xwe peykeran çêdike û her peykerek çîrokek wê heye. Hizniya anî ziman ku parastina çandê parastina hebûnê ye û wiha got:"Dayikên me watedariya kevnariya hunerê ya kurdî parastin û dema li pêşiya me jî qal dikin dixwestin ku em jî vê mîrateyê biparêzin û ji nifşên piştî xwe re jî pêşkêş bikin. Hunera destên jinê jêdera dîrokê ye û çandê diparêzê."
 
Bi guhdarkirina çîrokên dayikan afrîneriyên nû yên jiyanê derdikevin pêş. Çîrokên ji devê dayikan tên bihîstin wateyê dide hevgirtina
civakê. Çîrokên ku di guhên zarokan de tên gotin û mîna nexşeya ser keviran di mêjiyê wan de tê rûniştandin, di roja me ya îro de bi çêkirina peykerên ku dîsa jina parêzvan pêşengtiya wê dike, di civakê de van çîrokan zindî dihêle. Mînaka wê jî jina bi navê Hizniya Osman ango ‘Keça Kurd’ a ku li gundê Maşoqa Tirbespiya Kantona Qamişloyê dijî ye. Hizniya ji çîrokên dayika xwe peykerên ser jin û tiştên kevnar çêkiriye. Dema peykera çêdike ji xwezayê feyzê digire. Hizniya mîna jêdereke dîrokê xwe dide pêş û ji nifşên pêşerojê re mîrateyeke bingehîn ava dike. Hizniya ji me re behsa çêkirina peykeran û girîngiya hunerê kir. 
 
'Dayikên kurd jêderên dîrokî yên hunera kevnar in'
 
Hizniya di destpêkê de qala watedariya xebatên xwe yên çêkirina tiştên kevnar kir û wiha got: "Dema ku ez bi dayika xwe re li civatan rûdiniştim, her tim jinên wê civatê qala tiştên berê dikirin. Min bi hîs, fikrê xwe li wan guhdar dikir û di mêjiyê min de şiklê wan tiştên ku qal dikirin zindî dima. Her rojêkê min dixwest ez pêşengehek taybet ji hunera destên xwe çêbikim, ji bo wê lêgerîna min zêde bû. Dayikên me watedariya kevnariya hunera kurdî parastin, dema li pêşiya me jî qal dikirin dixwestin ku em jî vê mîrasê biparêzin û ji nifşên piştî xwe re jî pêşkêş bikin. Bi dayika min re tevgera min zindî bû û wê çi ji min re digot  min çêdikir. Niha jî tiştên ku ez çêdikim dîsa lêvegera min ji dayika min re heye. Ji ber niha ew jêdera dîrokê û piştî wê jî ez ê herikîna kaniya vê jêderê bidomînim." 
 
'Min hezkirina Kurdistanê di dilê xwe de neqişand'
 
Hizniya di domandina axaftina xwe de li ser hunera ku bi destên xwe çêkiriye axivî û wiha pê de çû: "Di pêşengeha min de destpêkê min nexşeyek li ser Kurdistanê çêkiriye, ev nexşe jî destnîşanî şer ku li her çar parçeyên Kurdistanê qewimiye dike. Wateya vê nexşeyê jî ew e ku dema li hawirdorê Kurdistanê dibû şer û derdora wê dihat dorpêçkirinê, mirovên kurd xwe li avê û çiya digirtin, xwe ji qirkirinê diparastin. Min ev nexşe jî bi tayên rîs çêkiriye û di nava wê de jî min serkeftina kurdan bi rengê spî di nîva nexşeyê de daye pêş. Tevî qirkirin û êrîşan gelê kurd her dem li berxwe daye. Nexşeya min temenê wê 16 sal in, di wê demê de her hizrên min li ser Kurdistanê hebûn.  Min rengê ala kurdî di çavên xwe de xweşik hişt û hezkirina Kurdistanê di dilê xwe de neqişand. Piştre min di nava hunera xwe de da der."
 
'Peykerên pêşengeha min xwedî wateyên pir girîng in'
 
Hizniya bal kişand ser peykerên çêkirine û wiha dom kir: "Li seranserî pêşengeha min peykerên ku min bi destên xwe çêkirine tên dîtin. Ev peyker çîrokên mirovên kurd vedibêje û civaka kurd a resen bi me dide nasîn. Hin peyker destnîşanî êşa mirovê kurd dike, dema ku li ber destên beg û axayan dixebîtin û rastî koletiyê dihatin. Min detayên rûyê mirovan, êşa ku rastî wê dihatin daye der.  Tiştekî bê wate di pêşengeha min de nîne. Her wekî din min amûrên ku di jiyanê de dihatin bikaranîn kirine peyker mîna hewcîdankê avê, hebeşî, kuwarên mêşên hingiv, dena avê, tenûr, destarê genim, kuwara basîqê û helîlê çêkiriye. Ev hemû tişt min ji gîha û heriyê çêkiriye. Ez bi xwe li deşta digerim û ji xwe re gîhayan peyda dikim, di vî alî de dayika min alîkariyê dide min. Navê gîha, şiklê wê ji min re dide diyarkirin, ez lê digerim û jê peykerên xwe çêdikim." 
 
'Min ked û hezkirina jina kurd derxist pêş'
 
Hizniya ser xweşikbûna jina kurd, keda wê û hezkirina wê jî peyker çêkiriye û wiha ji me re wan dide nasîn: "Helbet di pêşengeha xwe de ez jina kurd hîn zêdetir didim pêş û min beşeke taybet ji peykeran ji bo xweşikbûna wê, keda wê û hezkirina wê jî veqetandiye. Min peykerê jinên kedkar çêkiriye dema ku jinan kûpên avê didan ser milê xwe û li ber kaniyan dixebitîn.  Ya din jî li ser keda jinê di ya nava civakê de û xebitandina wê di nava erdan de jî min daye pêş. Xweşikbûna jina kurd jî pir balkêş e. Bi xemla cil û bergên kurdî, keziyên hinekirî û çavên bi kil, ev hemû xweşikbûn di pêşengeha min de jî heye. Li aliyê din jî ji bo hezkirinê jî min koşeyek veqetandiye. Ji çîroka Mem û Zîn min watedariya hezkirina rast derxistiye pêş. Min xemil, ked û hezkirina jina kurd kir peyker."
 
'Çanda kevnar ji bo min pir bi qîmet e'
 
Ji bo lîstokên berê û malên civaka kurdî Hizniya peyker çêkirine, her wiha hin tiştên ku ji çermê sewalan jî çêdibin, ji xwe re çêkiriye û li ser vana Hizniya wiha dibêjê: "Di vê pêşengehê de min malên kurdî yên berê çêkirine. Şiklê malan jî yên ku tên bîra min, min çêkirine û yên ku min nedîtine jî dayika min ji min re dida xuyakirin. Jixwe min ev şikil ji kelbîc, herî, xwê û bûş çêkiriye. Ya din jî min li ser lîstokên berê jî çêkiriye. Lîstokek jê navê wê maş bû. Ev lîstok jî dema ku em zarok bûn me dilîstin, wê demê televizyon û telefon nebûn me zarokan demên xwe bi lîstokên xweş diqedandin. Jixwe min meşkekî keyandina dew jî çekiriye. Meşk ji çermê bizinê tê çêkirin. Em destpêkê eyarê bizinê dikin nava avê û hefteyekê di nava xwê de dimîne. Paşê jî em baş dişon û di derdora mehekê de em dikin nava ceftê de. Ceft jî qalikê henara yên hişk in. Em di nav ceftê de dikelînin. Em di meşkê de  dew dikelînin û nîvişkê kurdî jê çêdikin. Çanda kevnar ji bo min pir bi qîmet e."