Serlêdanên ji bo kursên kurdî destpê kirin

  • 11:16 16 Sibat 2020
  • Çand û Huner
STENBOL - Serledanên ji bo qûrsên zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî yên serdema biharê dest pê kirin. 
 
Komeleya Lêkolînên Kurdî a li Stenbolê ku xebatên xwe yên ji bo kurdî bi rêve dibe, dest bi qeydên zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên serdema biharê kirin. Kesên dixwazin xwe qeyd bikin, dikarin biçin avahiya komeleyê ya li Ûnkapan û serlêdan bikin. Di heman demê li ser înternetê jî kes dikarin serlêdan bikin. 
 
Komeleya Kurdî, ligel qûrsên kurdî, di heman demê de wê li ser qanala Youtubê jî, dest bi dayîna dersan bike. Ji mamosteyên kurdî Renas Yildiz ê derbarê xebatên xwe de agahî da, wiha got: “Em dixwazin derfetên fêrbûna zaravayên kurdî, pêşkêşî her kesî bikin. Qanala Youtubê bi vê armancê me vekir. Kesên ku dixwazin kurdî hîn bibin, dikarin xwe qeydî qûrsên me bikin û bibin aboneyên qanala me ya Youtubê.”