Nivîskarên Kurd: Axaftina Kurdî têrê nake divê em binivîsin û bixînin

  • 09:15 16 Sibat 2020
  • Çand û Huner
Şehrîban Abî
 
WAN - Dîba Keskîn diyar kir ku ji bo Kurdî bê jiyîn tenê axaftin têrê nake û got: “Xwedîderketina li ziman tenê axaftin nîne. Divê em li her qada jiyanê bi zimanê xwe binivîsin, lêkolîn bikin, jê hez bikin û pêş bixînin.”
 
Tevna Çan û Ziman di navbera 11-12’ê çile de komxebatek pêk anî û Tevna Çand û Zimanê Kurdî di encama vê de derket holê. Hemû kesên endamên vê tevnê, wekî kurd ji bo kurdî bidin jiyîn têkoşînê didin. Hevşaredara Erdîşê ya dema berê Dîba Keskîn ya di 2015’an de hat girtin û di îlona 2019’an de hat tahliyekirin û nivîskar Leyla Mîhrînaz Engîn, bi pênûsên xwe tevlî têkoşîna hebûna kurdî dibin.
 
‘Kurdî ji bo min jiyan e’
 
Dîbayê, kurdî wek ‘axa lê dijî û gel’ bi nav kir û wiha pê de çû: “Em bi kurdî mezin bûn. Rihê min fikrên min kurdîn e. Beyî kurdî jiyana min kêm e. Kurdî ji bo min teşeyê jiyanê ye. Ji bo zimanê me kurdî winda nebe, ji bo zarok û ciwanên me perwerdeya bi kurdî divê bê dayîn. Divê li vî welatî ku bi mîlyonan kurd dijîn giranî jiyan bi kurdî be. Dema bi zimanekî din bê axaftin jiyana me jî li gorî wî zimanî bi teşe dibe. Em ji bo zimanê me winda nebe têdikoşin. Em li dijî talan û zexta li ser ziman têdikoşin. Ger zimanê me winda bibe em ê jî winda bibin.”
 
‘Hewl didin zimanê kurdî ji holê rakin’
 
Dîbayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku zarok bi ziman, çîrok û lorînên dayikên xwe mezin dibin lê piştî demekê zarok berê xwe didin zimanên din û got: “Bi destpêkirina dibistanê re kurdî tê jibîrkirin. Axaftina malbatê tenê têr nake. Ji ber di malbatê de wêje, dîrok, stran, lorîn, fîzîk û matematîk tune ye. Dema wisa be jî kurdî wê ji holê bê rakirin û hewldanên têkbirina zimanê kurd her ku diçe zêde dibin.”
 
Dîbayê bi lêv kir ku dayikek kurd li doktor hewl dida derdê xwe vebêje lê doktor ew fêm nek û min ji dayikê xwest ku derdê xwe ji min re bêje û got: “Dayikê derdê xwe ji min re vegot min jî ji dokto re got. Min ji dokto re got ‘ev kêmasiyek mezine, hun çima perwerda kurdî nagirin? Nexweş nikare derdê xwe bêje?’. Wî jî got 'ne pirsgirêke binere wa tu ji min re vedibêjî'. Min jî got ez ne li vir bûma belkî te şaş derman bikira. Min got kurdî ji bo we şerte û wî jî got ‘Hun bêçare ne, em ne bêçare ne ’. Ev zilm e. Li dijî van hemûyan divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Ne tenê axaftin divê em binivîsin, pêşbixînin, lêkolîn bikin.”
 
Pirtûka Dîbayê ya helbestan a bi navê ‘Bênder’ berî bi demeke kurt hat weşandin û li ser vê jî Dîbayê wiha got: “Dema min nivîsî tirkî qet neket bîra min. Ji ber min bi zimanê xwe dinivîsî gelek kêfxweş bûm. Ya girîng jî Gelê Kurd bi salane têdikoşe. Bêguman ev têr nake. Divê em zêdetir kedê bidin."
 
‘Dixwazin ziman tune bikin’
 
Nivîskar Leyla Mîhrînaz Engîn ku xebatên çand û wêjeyê dimeşîne, niha têkoşîna ku jinên Kurd bi klamên xwe çand û jiyana xwe didin jiyîn, dinivîse. Leylayê wiha got: “Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e. Ji ber vê dixwazin tune bikin. Divê li dijî vê em zimanê xwe biaxivin û xwedî lê derkevin. Li her derê cîhanê bi mîlyonan kurd hene. Divê em li dijî tunekirina zimanê xwe xwedî li çanda xwe derkevin.”