Kurdên Êzidî yên Efrînê amadekariya Cejna Bêxûnê dikin

  • 17:19 15 Sibat 2020
  • Çand û Huner
Tolîn Elî
 
ŞEHBA - Bi hatina Cejna Bêxûnê ya Kurdên Êzidî, Yekîtiya Jinên Êzîdî û Yekîtiya Êzîdiyan amadekariya Cejna Bêxûnê kirin û gotin: "Ev çanda dê û bavên me ne. Em ê jî parastina vê çandê bikin."
 
Bi nêzîkbûna Cejna Bêxûnê ya Kurdên Êzidî Yekîtiya Jinên Êzîdî û Yekîtiya Êzîdî ya herêma Efrînê dest bi amadekariya cejnê kirin. Ev cejin di dîroka 20’ê Sibatê de her sal piştî girtina 3 rojan tê pîrozkirin. Derbarê amadekariya Cejna  Bêxûnê de, endam û rêveberiyên yekîtiya Êzîdiyên Efrînê nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Miraza me ya yekem azadiya Serok Apo ye'
 
Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê Suad Hiso li ser pîrozkirina Cejna Bêxûnê axivî û got: "Yekîtiya Jinên Êzîdî û Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê bi hevdu re amadekariya Cejna Bêxûnê dikin. Bêxûn ji sorkirina hemû tovikên ku tên çandin pêk tê, em cejina Bêxûnê li tevahî gelê Kurd YPJ/YPG'ê , YBŞ’ê pîroz dikin, ev cejina miraza ye, mirazê me jî azadiya Serok Apo ye. Em bi hêvî ne sala bê li Efrînê cejina xwe pîroz bikin."
 
'Bi hêviya sala bê li cih û warên xwe em cejnê pîroz bikin'
 
Endama Komîteya Çand û Hunerê ya Êzîdiyên Efrînê, Şêrîn Ibrahîm li ser hêviyên xwe axivî û got: "Em ji Efrînê koçberî Şehbayê bûn, lê dîsa em dev ji çanda xwe bernadin, hêviya me ew e ku gel tevahî vegerin li ser cih û warên xwe û li wir cejinên xwe pîroz bikin."
 
'Baweriya me bi bêxûnê heye'
 
Ji Rêveberiya Yekîtiya Êzîdiyan a bajarê Til Rifetê a Şehbayê, Henen Nasro ji bo cejina Bêxûnê axivî û got: "Em cejina Bêxûnê li tevahî gelê xwe pîroz dikin, em ji 7 cureyên tovikan kom dikin û dixin Bêxûn, baweriya me jî bi Bêxûnê heye, keç û xortên me dixwin ji bo pêkanîna mirazên xwe. Ev çanda dê û bavên me ne. Em ê jî parastina vê çandê bikin."