Çalakiyên Hefteya Çandî dewam dikin

  • 08:37 6 Sibat 2020
  • Çand û Huner
KOBANÊ - Çalakiya hefteya çandî ya bi pêşengtiya Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê hatiye lidarxistin do jî dewam kir.
 
Çalakiya heftane ya çand û civakê di roja xwe ya duyem ya do de li ser rola rewşenbîran a di nava civakê de li navenda rewşenbîran a Kantona Kobanê hat lidarxistin. Di semînerê de sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amade bûn. Semîner ji aliyê berpirsa kovara Rojhilata Navîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Selah Mislim ve hat dayîn. Jinên ku beşdarî semînerê bûn e nêrînên xwe parve kirin.
 
'Jin bi rêya zanist û têkoşînê dibe xwedî rolek mezin'
 
Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê Leyla Ebdo bal kişand ser rola jinê ya di rewşenbîrtiyê de û wiha got: "Gelek jinên rewşenbîr hene, lê ji ber astengdariyên weke zihniyeta desthiledar a mêrê serdest ku li pêşiya jinê dibe asteng, lewra jin her tim nikare rola xwe di nava civakê de bilîze û pêş bixe. Lê bi rêya zanist û têkoşînê wê jin bibe xwedî roleke mezin. Jin wê bi vîn û baweriya xwe zihniyeta baviksalariyî têk bibe."
 
'Rewşenbîr pêşeroja civakê ronî dikin'
 
Fatma Seydo diyar kir ku rewşenbîr pêşeroja civakê ronî dike û wiha domand: "Her mirov nikare barê rewşenbîrtîyê rake û bibe rewşenbîr, ji ber ku barê herî giran ê rewşenbîran e jî. Rewşenbîr ew in ku pêşeroja civakê ronî dikin."
 
Semîner bi nîqaş û goftoguyan bi dawî bû.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê îro jî mijara dîroka di nava herdu çeman de ji gel re bê dayîn.