Li Şehbayê 4'emîn Mîhrîcana Mîtan bi dawî bû

  • 17:39 5 Sibat 2020
  • Çand û Huner
ŞEHBA - Bi dirûşma"Em jiyanê diçînin" 4'emîn mîhrîcana Mîtan a ku li şanogeha çiyayê kurmênc hatibû lidarxistin, bi dawî bû.
 
Bi pêşengtiya Tevgera Çand û Hunerê û Kevana Zêrîn a herêma Efrînê mîhrîcana Mîtan a bi dirûşma"Em jiyanê diçînin" li şanogeha çiyayê kurmênc a navçeya Ehdas a Şehbayê di 26'ê Çileyê de hatibû  li darxistin îro bi dawî bû. Tevahî sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevlî mîtanê bûn. 
 
Mîhrîcana îro bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê koma govendê ya Tevgera Çand û Huner a bi navê 'Çiyayê Kurmenc' govendê xwe pêşkêş kirin. Paşê li ser navê Komîteya amadekar Rûmet Beko, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê Şîraz Hemo û Tevgera Çand û Huner a Efrînê Ayhan Gorsê axivîn û wiha gotin: "4'emîn mîhrîcana mîtan îro bi dawî dibe, lê berxwedana Gelê Kurd, ji bo zindî kirina dîrokê her zindî bibe. Em ê deriyê 5'emîn mîhrîcana Mîtan li Efrînê vebikin."
 
Her wiha Tevgera Çand û Huner a bajarê Helebê, Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê û Şanoger, ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Efrînê ve hatin xelatkirin. 
 
Paşê Tevgera Çand û Hunera Efrînê şanoya bi navê "Heft Kon" li ser koçberiyê û berxwedanê pêşkêş kirin.
 
Mîhrîcana Mîtan bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.