Dengbêj Kurdê: Xwedî li dengbêjiyê derbikevin

  • 09:04 4 Sibat 2020
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Dengbêj Kurdê (Kurdîstan Şavluk) ku li dijî zihniyeta baviksalar serî rakir û 15 salin dengbêjiyê dike wiha dibêje: “Dengbêjî çand û hûnera kurdan e. Me heta niha bi dengbêjiyê êş, dert, şer û jiyana xwe anî ziman û hîn jî em tînin ziman. Dengbêjî reng û dengê jiyanê ye. Werin xwedî li dengbêjiyê derbikevin.”
 
Dengbêjî yek ji wan stûnên herî xurt ê zargotina kurdî ye. Dengbêj dema ku disitirên ne bi tenê xweşiya dengê xwe, her wiha mijara klama xwe, êş û derdên xwe jî vedibêjin. Yanî bi kurtasî mirov dikare bibêje ku dengbêj dengê dîrokê ne. Di dengbêjiyê de jin xwedî cihekî gelek girîng in. Mirov Eyşe Şan û Meryem Xan di  vê warî de dikare wek mînak nîşan bide. Ji van dendbêjan yek jî Dengbêj Kurdê (Kurdistan Şavluk) a ku  li navçeya Silopiya Şirnexê dijî ye.  
 
Kurdê ku jiyana wê tim di nav zext û zordariyan de derbas bûye, di 10 saliya xwe de bavê wê bi berdêl bi darê zorê wê dizewicîne. Kurdê piştî bi zorê tê zewicandin ji ber temenê wê biçûke rastî zexmetî û zordariyan tê. Ji ber dayik û bavê Kurdê dengbêj bûne ji malbata xwe fêrî dengbêjiyê bûye. Kurdê ya ku jiyaneke zahmet bihartiye, êş û derdên xwe jî bi denbêjiyê anîne ziman. Dengbêj Kurdê dibêje ku zaroktiya wê bi guhdarkirina stranên Eyşe Şan û Meryem Xanê derbas bûye û bi lêv dike ku li dijî zihniyeta baviksalar û dengê xwe yê ku dihat fetisandin bilind kiriye.
 
‘Min tu carî zaroktiya xwe nejiya’
 
Kurdê, anî ziman ku ew 15 salin dengbêjiyê dike, di zaroktiya xwe de bi stranên dengbêjiyê mezin bûye û wiha got: “Berê ji ber zihniyeta baviksalar nedihîştin ku jin stranan bibêjin û dengbêjiyê bikin. Lê li gel van zextan jî dema mirov lê dinêre gelek stran ji aliyê jinan ve hatine gotin. Li pêşiya me jinan tim astengî hebûn. Min tu carî zaroktiya xwe nejiya. Bavê min keçek revand,  ji bo xwe min wek berdêl bi mêrekê ku temenê wê ji min mezintir bû re zewicand. Di temenê zarokatiyê de ez hatim zewicandin. Piştî hatim zewicandin jiyanek zor û zehmetir derket pêşiya min. Malbata ku piştî zewacê ez li cem wan mam  nedihîştin ku ez stranan bibêjim.”
 
‘Min li dijî hemû astengiyan serî hilda’
 
Kurdê, di domandina axaftina xwe de got li dijî zihniyeta baviksalar û astengiyan wê dengê xwe yê dengbêjiyê bilind kiriye û wiha pê de çû: “Min li dijî hemû astengiyan serî bilind kir. Tu carî gotinên hevjînê xwe û civaka ku dixwast li pêşiya min bibin asteng guhdarî nekir. Niha gelek kêfxweş im ku dengbêjiyê dikim. Me berê dengbêjiyê ne bi tenê  di malên xwe de, her wiha di dawet, şîn û geran de jî tim digot. Ev 15 sal in jî ez dengbêjiyê dikim. Divê hemû jin xwedî li dengbêjiyê derbikevin û wek berê dîsa dengbêjiyê bikin. Me heta niha bi dengbêjiyê êş, dert, şer û jiyana xwe anîn ziman û hîn jî tînin ziman. Em bi tenê azadî û wekheviyê dixwazin. Êşa me dayikan tim heye. Ji ber vê jî bi dengbêjiyê êşên xwe tînin ziman.”
 
‘Dengbêjî reng û dengê jiyanê ye’
 
Kurdê, dirêjiya axatina xwe de got ew di her cûre yê de stranên dengbêjiyê dibêje û wiha behsa girîngiya dengbêjiyê kir: “Ez gelek ji çand û hûnera xwe hez dikim. Dema mijar dibe çand û hûnera kurdan mirov pêtir jê hez dike. Dengbêjî çand û hûnera kurdan e. Dengbêjî name û telefonên kurdan e. Di demên berê de name û telefon tunebûn. Ji bo ku bêzanîn çi hatiye serê vî gelî û civakê tim dengbêjan kiriye mijara stranên xwe. Di demên berê de radyo hebûn. Stranên ku dengbêjan digotin di radyoyan de derdiketin. Bi radyoyan dengbêjan êş û bûyer bi dengê xwe radigihandin cihanê. Divê em xwedî dengbêjiyê derbikevin. Ji ber ku dengbêjî li dijî hemû astengiyan heta vî rojê hatiye. Ji ber teknolojî pêşketiye êdî wek berê dengbêj nayên gûhdarîkirin. Dengbêjî êdî wek berê girîng nayê dîtin. Ger ku wiha derbas bibe dê çanda dengbêjiyê hêdî hêdî tune bibe. Em berê bi civakê re dihatin gel hev û me stran digotin û dengbêjî dikir. Lê êdî niha dengbêj zêde nînin. Dengbêjî reng û dengê jiyanê ne.”
 
‘Werin em dengê xwe bilind bikin’
 
Kurdê, di dawiya axaftina xwe de got ku wê li dijî zihniyeta baviksalar zincîra koletiyê şikandiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî dengbêjiyê derbikevin. Dengbêjî ji bo me gelek girîng e. Eyşe Şan, Meryem Xan û gelek jinên din ên dengbêj jî li dijî hemû astengiyan serî rakir û dengê xwe bilind kir. Ez ji jinan re dibêjim ku werin em jî wek Eyşe Şan û Meryem Xan dengê xwe bilind bikin. Bila ev zihniyeta qirêj pêşiya jinê vebike. Gotinek kurdan heye dibêjin ‘şêr şêre çi jine çi mêre.’ Ji ber vê jî ez bang li jinan dikim ku werin em bi dengbêjiyê êş û derdên xwe bînin ziman. Dengbêjî hebûna çanda me kurdan e. Em nehêlin ku çanda me tune be.”