'Ez gelekî ji sitranên bi Kurdî hez dikim'

  • 09:03 11 Çile 2020
  • Çand û Huner
Binevş Sarya
 
KOBANÊ - Zaroka bi navê Eva Ebas a ku li tenbûrê dixe wiha hestên xwe anî ziman:"Kêfa min gelekî ji tenbûrê tê. Loma ez dixwazim sitranên nû hîn bibim û bibêjim."
 
Eva Ebas a 7 salî ye bi kelecana bi zarokatî li tenbûrê dixe. Evayê derbarê hînbûn û lêdana tenbûrê de wiha dibêje:"Ez gelekî ji sitranên bi Kurdî hez dikim. Dema ez li tenbûrê dixim û sitranên bi Kurdî dibêjim ez gelekî bextewar dibim."
 
'Ez ji tenbûra xwe pir hez dikim'
 
Evayê rave kir ku ew ji tenbûr û xwedina bi zimanê dayikê gelekî hez dike û wiha got: "Kêfa min gelek ji tenbûrê re tê Ji ber wê ez her roj dixwazim ku stranên nû fêr bibim û li gor wê jî li tenbûrê bidim. Ez danê siharê diçim dibistanê bi zaravayê kurmancî wane dibînim. Ez hem ji dibistanê hez dikim û hem jî, ji tenbûra xwe gelekî hez dikim. Stranên ku ez ji wan hez dikim ez li wan guhdar dikim û pişt re bi alîkariya bavê xwe li temburê didim û stranê dibêjim."
 
'Kêfa min ji stranên kurdî re tê'
 
Êvayê di dawiyê de, da zanîn ku ew gelekî ji stranên Kurdî hez dike û wiha dibêje: "Ez gelek ji mûzîkê hez dikim, lê herî zêde jî ez ji stranên Kurdî hez dikim. Dema ez ji dibistanê têm, waneyên xwe çêdikim, hinekî bêhna xwe vedidim û pişt re bi telefona dayika xwe sitranan guhdar dikim. Dema ku şahiyên zarokan çê dibin ez, carinan bi birayê xwe re derdikevim ser dikê û carinan jî bi tena xwe derdikevim ser dikê. Hem li tenbûrê didim û hem jî stranan ji zarokên havalên xwe re dibêjim.”