Hejmara 4'emîn a Kovara Folklora Me derket

  • 13:28 9 Çile 2020
  • Çand û Huner
AMED - Hejmara 4’emîn a Kovara Folklora Me bi naveroka têr û tije derket. Kovar bi beşên cuda yên folklorê hatiye dagirtin û kovar dibêje ku dê di hejmarên bê de cih bidin nivîsên girtiyan jî. 
 
Kovara Folklora Me ya ji aliyê Weqfa Mezopotamya ve tê weşandin bi mijar û hejmarên nû weşangeriya xwe berdewam dike. Hejmara 4’emîn a kovarê derket û xwîner dikarin li pirtûkxaneyan peyda bikin. Ev hejmara meha Kanûna Pêşîn, Kanûna Paşîn û Sibatê ango hejmara demsala zivistanê ye. 
 
Kovar di bergê xwe ya pêş de jî nîşaneya zivistanê wek berf ango wêneyek zivistanê bikar aniye. 
 
Kovar bi mijarên cûr bi cûr daketiye û gelek mijaran lêkolîn kiriye raxistiye ser rûpelan. 
 
Edîtoriya kovarê dibêje bi taybetî girtîyên zîndanan, bi name û nivîsên xwe coş û kelecana wan zêde dikin û dê di hejmarên bê de nivîsên wan biweşînin.