Hejmara 4'emîn a Kovara Folklora Me derket 2020-01-09 13:28:18   AMED - Hejmara 4’emîn a Kovara Folklora Me bi naveroka têr û tije derket. Kovar bi beşên cuda yên folklorê hatiye dagirtin û kovar dibêje ku dê di hejmarên bê de cih bidin nivîsên girtiyan jî.    Kovara Folklora Me ya ji aliyê Weqfa Mezopotamya ve tê weşandin bi mijar û hejmarên nû weşangeriya xwe berdewam dike. Hejmara 4’emîn a kovarê derket û xwîner dikarin li pirtûkxaneyan peyda bikin. Ev hejmara meha Kanûna Pêşîn, Kanûna Paşîn û Sibatê ango hejmara demsala zivistanê ye.    Kovar di bergê xwe ya pêş de jî nîşaneya zivistanê wek berf ango wêneyek zivistanê bikar aniye.    Kovar bi mijarên cûr bi cûr daketiye û gelek mijaran lêkolîn kiriye raxistiye ser rûpelan.    Edîtoriya kovarê dibêje bi taybetî girtîyên zîndanan, bi name û nivîsên xwe coş û kelecana wan zêde dikin û dê di hejmarên bê de nivîsên wan biweşînin.