'Çanda me nasnameya me ye'

  • 09:04 9 Çile 2020
  • Çand û Huner
Medya Uren
 
AMED - Evîn Dundar li dijî bişaftinê bi sala ne dirûna cil û bergên kurdawarî dike. Evîn naxweze modelên berê biguherîne û got: "Em dixwazin bi dirûna cil û bergan çanda xwe biparêzin."
 
Bi salane li hemberî kurdan polîtîkayên bişaftinê tê meşandin. Çend ziman, jiyan, çand para xwe ji polîtîkayên bişaftinê girtibin jî cil û bergên kurdî jî bi heman rêbazan tên bişaftin. Şekl û şemalên cil û bergên kurdewarî li gorî herêman diguherin. Di roja me yî îro de tenê jin û mêrên temen mezin ev cil û bergan li xwe dikin. Civan jî tenê di rojên taybet ên wekî 8'ê Adarê, Newrozê de cilên kurdewarî li xwe dikin. Li Baglara Amedê xeyatgehek ev cil û bergên kurdewarî didûrû. Evîn Dundar bi salane karê dirûnê dike û bal dikişîne ser parastina çanda cih û bergên kurdewarî. 
 
'Xwedî li cil û bergan derdikevin' 
 
Evîn 22 salî ye û li Baglara Amedê di xeyatgehekî de dixebite û bi salane bi dirûna cil û bergên kurdewarî re mijûl dibe. Evîn, wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ez demeke dirêje vî karî dikim. Eleqeya min bi çanda kurdî û cilên herêmî re pir hebûn. Dema min nû dest bi kar kir daxwaza cil û bergên kurdewarî gelek bûn. Her wiha bi taybetî jî dema Newrozê. Em nedigihiştin ku daxwaza civakê pêk bînin. Her wiha li derveyî bajar jî gelek daxwaz dihatin kirin. Çanda cil û bergan tê wateya nasnameya me. Civak dixwest di rojên taybet de xwe li gel qedexe û zor zehmetiyan xwe dî li cil û bergên xwe derkeve."
 
‘Em xwezaya cilan diparêzin’
 
Evîn destnîşan kir ku bi karê xwe re serbilinde û wiha qal kir: "Parastina çandê û ked dayîn rûmetek e. Wekî dibêjîn 'Jiyanek şaş rast nayê jiyîn', li ser wê esasî em karê xwe dikin. Ji ber vê sedemê jî em dest nadin modelên kevnare. Em xwezaya cil û bergan diparêzin û wisa pêşkeş dikin. Ev tişt zehmet e. Lê em di parastina cil û bergên kurdewarî de bi israrin. Li dijî bişaftina çandê çeka herî mezin parastin e. Ne li Amedê bêtir li derveyî bajêr em cil û bergan difiroşin. Ev tişt jî nîşan dide ku em çawa xwedî li cil û bergên xwe derdikevin."
 
‘Em canda xwe diparêzin' 
 
Evîn diyar kir ku kurd her tim bi polîtîkayên tunekirin û bişaftinê re rûbirû mane û wiha axivî: "Bi hezar sal in kurd li dijî tunekirin û polîtîkayên bişaftinê re rûbirû man. Lê tu carî dev jî çanda xwe bernedan û her tim di nava parastinê de bûn. Cil û berg nasnameya civakê ye û bi her awayî rastî êrîşan jî tên. Em hem li dijî bişaftinê li ber xwe didin û hem jî li dijî qeyrana aborî li ber xwe didin. Demên berê me qala dirûn û firotinê dikir lê niha em nikarin qala firotinê jî bikin. Ji ber qeyrana aborî em gelek caran bi îflasê re rûbirû man, lê me dev ji karê xwe berneda. Armanca me ne tenê firotina cih û berkên kurdî ne, armanca me parastina çandê ye."
 
'Em serî natewînin' 
 
Evîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî kargehê û got: "Kargeha me kargeheke kevnar e û me gelek ked da. Ji ber nasnameya xwe gelek caran bi êrîşan re rûbirû maye. Lê em tu carî li hemberî êrîşan serî netewand û kargeha xwe negirt."