Nivîskar Sînem Gonca Yilmaz: Pirtûk stargeh e

  • 09:18 8 Çile 2020
  • Çand û Huner
WAN - Nivîskar Sînem Gonca Yilmaz ku nivîskara pirtûka ‘Kalbe Veda’ ye, bal kişand ser girîngiya wêje û xwendinê. Sînemê bi lêv kir ku pirtûk stargeh e û bi taybet divê zarok pirtûkan bixwînin û ji bo vê jî hewldan bê dayîn.
 
Sînem Gonca Yilmaz ku ji zarokatiya xwe de pirtûkan dixwîne, piştî vê jî dest bi nivîsê dike. Sînem a ku ji biçûkatiya xwe de dinivîsine, di heman demê de mamosteya wêjeyê ye. Sînemê nivîsên xwe nîşanê hevalên xwe yên mamoste dide û gelek tên ecibandin û li ser vê pirtûkan dinivîse. Sînemê pirtûka bi navê ‘Kalbe Veda’ dinivîse û di pirtûkê de jî ‘tenêtiyê’ digire dest.
 
Sînemê bi lêv kir ku armanca wê ev e ku xwe bigihîne girseyên ciwanan û got: “Min hewl da û pirtûk nivîsî. Min nivîsên xwe kir wek pirtûk. Navê pirtûka min ya ewil ‘Kalbe veda’ bû. Niha pirtûka min ya projeyê derdikeve. Pirtûkeke ku 54 nivîskar hatine cem hev e. Ji van 54 kesan yek jî ez im.”
 
Sînemê di berdewamiyê de destnîşan kir ku di pirtûka xwe de dilekî şikestî, tenêtiya mirovan vedibêje û got kesên pirtûkê bixwînin ji xwe parçeyekê tê de dibînin û bandor li ser dil dike. Sînemê her wiha got pirtûk her yek stargehek in û got pirtûk pêşerojeke ronî ye û got divê zarok teqez pirtûkan bixwînin.