Dê NÇM li Stenbolê konserê li dar bixe

  • 11:11 7 Çile 2020
  • Çand û Huner
STENBOL - Navenda Çanda Mezopotamyayê ku 29 sal in xebatên çand û hunerî bi rê ve dibe li navçeya Esenyurta Stenbolê dê konserê li dar bixe. 
 
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku 29 sal in bê navber xebatên çand û hunera kurdî bi rê ve dibe di 10’ê Çileyê de saet di 19.30’an de li Navenda Çandê ya Şaredariya Esenyurta Stenbolê konserekê li dar dixe. Hunermend Nurcan Demîrcan, Serhat Kural, Rûken Yilmaz û Weysî Ermîş dê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêşî temaşevan û guhdarvanan bikin. 
 
Bilêtên konserê li avahiha NÇM’ê ya li Taksîmê, li Navenda Çanda û Hunerê ya Golge ya li Esenyurtê û li Demxaneya Herdem a li Şîrevlera Stenbolê tên peydakirin.