'Em bi hunera xwe li dijî dagirkeran disekinin'

  • 09:03 3 Çile 2020
  • Çand û Huner
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Rûmîne Sîdo bi temenekî ciwan hem fêrî kemanê dibe, hem jî hevalên xwe fêr dike. Rûmînê têkîldarê kemanê axivî û got: "Min dengê kemanê bihîst û gelekî bala min kişand. Di wê kêliyê de min biryar girt da ku ez fêrî kemanê bibim. Em bi hunera xwe li dijî dagirkeran disekinin."
 
Rûmîne Sîdo ji gundê Çolaqa ya girêdayî Cindirêsê ya Efrînê ye. Rûmîne Di temenê biçûk de dest bi fêrbûna amûra kemanê dibe. Rûmîne him perwerdeya kemanê dibîne him jî hevalên xwe fêr dike. Rûmîne niha li Şehbayê bi cih bûye û weke mamoste li navenda Tevgera Kevana Zêrîn, cihê xwe digire. Rûmîne hezkirina xwe ya ji bo amûra kemanê ji me re parve kir. 
 
'Dengê kemanê bala min kişand'
 
Rûmîne meraqa xwe ji fêrbûna kemanê re wiha bi lêv kir: "Di destpêkê de min li navenda çand û hunerê ya Efrînê cihê xwe di komên govend û stranan de digirt. Min pir dixwest di aliyê hunerê de xwe pêş bixim. Min di destpêkê de dixwest xwe di aliyê sazê de pêş bixim, paşê min dengê kemanê bihîst û gelek bala min kişand. Di wê kêliyê de min biryar girt da ku ez fêrî kemanê bibim."
 
'Êrîş li hember meraqa min nebû asteng'
 
Rûmîne diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê li hember meraqa wê nebû asteng û wiha domand: "Dema dewleta tirk êrîşî Efrînê kir bi rojan rê hatin girtin, lê êrîş li hember meraqa min nebû asteng. Di nava êrîşan de me perwerdeya xwe yê hunerî domand. Dema Efrîn hat dagirkirin min xencî kemanê tiştek bi xwe re neanî. Li Şehbayê ji bo em ji hunera xwe qut nebin, koma bi navê şehîd Hêvî ava kir û perwerdeyên xwe me li malan didît. Paşê navenda çand û hunerê ava bû, em derbasî navenda xwe bûn û me perwerdeya xwe domand."
 
'Fêr dibim, fêr jî dikim' 
 
Rûmîne teqez kir ku ew him perwerdeya kemanê dibîne, him jî fêrî hevalên xwe dike û wiha pê de çû: "Li Efrînê hêjmara me pir bû, lê niha ez bi tenê mam. Min pêwistî dît ku ez hevalên xwe jî fêrî kemanê bikim, ji bo wê min komek bi navê Şehîd Rohînda û Şehîd Hêva ava kir. Tiştên ku ez fêr dibim, hevalên xwe jî fêr dikim. Dema şahî çêdibin em derdikevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş dikin. Ji ber aloziya Sûriyeyê ez ji dibistanê qut bûm, lê niha li kêleka kemanê fêrî xwendinê jî dibim. Em bi hunera xwe li dijî dagirkeran disekinin"