Rengîn Kardelen: Qedexekirina pirtûkan tirsa li hemberî zanînê ye

  • 09:09 30 Kanûn 2019
  • Çand û Huner
Zeynep Turgut
 
WAN - Ji avabûna Komera Tirkiyeyê heta roja îro gelek pirtûk hatin qedexekirin û hê jî qedexekirin û êrîşên li ser pirtûkan didomin. Têkîldarî qedexekirin û biryarên berhevkirina pirtûkan de nivîskara kurd Rengîn Kardelen axivî. 
 
Dijberiya li hemberî rastiyê ya desthilatdariyê kokên xwe dispêre dîrokek dûvdirêj. Di her serdemek dîroka mirovahiyê de pêkan e ku mirov bi mînakên cur bi cur vê raxe ber çavan. Hemû hewlên mirovahiyê yên ji bo ronîkirina serdema heyî, ji vegotina çîrokekê, heta tabelayan jî wêne û pirtûkekê, her rastî astengî û qedexeyan hatiye. Ji ber ku ya ku ji bo tunekirina heqîqetê dikeve nava hewldana ‘desthilatiyê’, herêm an jî kesayet di vê mijarê de gelek zêde hewce nake. Tê gotin ku hikûmdarê Çînê Shih Huang Tî, B.Z. 259-210’an de berhemên bîrewerên ji dibistana Konfuçyus şewitandî ne. Ev yek jî ji hêla gelek dîroknasan ve weke ‘Yekemîn Qirkirina Pirtûkan’ tê destnîşankirin. 
 
Ev çanda hewldana tunekirina rastiyê, li herêmên cuda û di demên cuda ji hêla gelek kesan ve heta roja me hatiye. Şewitandina Pirtûkxaneya Îskenderiyê, tunekirina bi hezaran pirtûkan ji hêla faşîzma Hîtler ve, ji serdema tanzîmatê heta Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, bi hezaran pirtûk hatin tunekirin, qedexekirin û ev yek jî weke ‘Qirkirina Pirtûkan’ di rûpelên dîroka mirovahiyê de cih girtin. 
Çend pirtûkên ku ji dîrokê ve hatine qedexekirin mirov dikare wiha jî bi bîr bixe; ‘Koka Cureyan a Charles Darwîn (Di sala 1859'an de li Yugoslavyayê, di sala 1935'an de li Yewnanistanê û di navbera salên 1925'an heta 1967'an jî li DYA’yê hate qedexekirin) û pirtûka Veguherîn a Franz Kafka (Di navbera salên 1933-1945’an de tevî vê pirtûkê hema hema hemû pirtûkên wî li Almanyayê hatin qedexekirin) ji vê çanda qedexeyê tenê çend mînak in.   
 
Dîroka Tirkiyeyê bi qedexeyan dagirtî ye
 
Bêguman ji ber ku mijara me qedexeyên li Tirkiyeyê ye, em ê bêhtir li ser pirtûkên li Tirkiyeyê hatine qedexekirin bisekinin. Weke ku tê zanîn hîmê Komara Tirkiyeyê li ser bingeha yekperestiyê û hişmendiya tirkîtiya sunî hatiye damezirandin. Bi vê boneyê jî hemû berhemên nivîskî yên weke rojname, kovar, roman, çîrok û hwd. ên ku li derveyî bingeha me li jor destnîşan kirî, rastî qedexeyên tund dihatin. Ev yek jî di bin îdiayên balkêş ên weke ‘Propagandaya komunîzmê dikin’, ‘Hestên netewperestiyê tehrîk dike’, ‘Hewldana ji bo parçekirina welat’ û hwd. hatin kirin. 
 
Nêzî 24 hezar pirtûk hatine qedexekirin 
 
Sansura li ser rastiyê, dema mijar dibû neteweyên din ên weke kurd, ereb, suryan û hwd. bêhtir hişk dibû û encamên wê li gorî yên din girantir bûn. Çanda qedexekirina pirtûkan, girtina rojnameyan û hewla ji bo tarîkirina rastiyê ji rojên destpêkê yên damezirandina komarê re dest pê dike. Di sansûra heta 2011’an de li Tirkiyeyê bi giştî zêdetirî 23 hezar pirtûk hatin qedexekirin. Ev mînak bi tena serê xwe jî sansura li Tirkiyeyê radixe ber çavan. Tenê di navbera sala  2016’an heta 2018’an de 214 pirtûkên ji Weşanên Aramê derketin hatin qedexekirin. 
 
Veşartina pirtûkan 
 
Yek ji serdemên mînak ên vê qedexeyê jî Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê ye. Di pêvajoya darbeyê de parlemenenter hatin girtin, qedexeyên derketina kolanan hatin ragihandin, rojnameger hatin girtin, weşanên gelek rojnameyan hatin sekinandin, bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi dehan pirtûk hatin qedexekirin û tunekirin. Yek ji kiryarên ji salên 80 û 90’an gihiştî roja me jî, veşartina pirtûkan a di bin erdê û li quncikan e. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di serdema me de jî gelek kes bi hinceta ‘Pirtûkên qedexe xwendine’ tên binçavkirin an jî girtin. 
 
Têkildarî zordestiya desthilatdariyan a li dijî heqîqetê, sansûr, qedexekirina pirtûkan a çend dehsalên dawî heta yên roja me û heta têkoşîna li dijî vê çandê em bi nivîskara kurd Rengîn Kardelen re axivîn. Rengîn dibêje ku qedexekirina pirtûkan, tirsa li hemberî zanînê ye. Rengînê got ku bi vê yekê mafê zanînê yê gel tê astengkirin. Rengînê bal kişand ser qedexeyên salên di navbera  80 û 90’an de û wiha got: “Zanîn, ji avabûna dewletan re astengî ye. Herman Hesse di pirtûka xwe ya bi navê ‘Havîna dawîn a Klingsor’ vê rewşê wiha pênase dike; ‘Her jiyan bêhndayîna yezdan û her mirin jî bêhnstendina wî bû.’ Kurdistana ku Yezdan nikare lê bêhnê bide û bistîne tekane hevoka ku cihê qiyametê biîblîs rave bike û bêje; ‘Ax! Livan Cinawiranan!’ û car din mirov wek dewama vê hevokê Hermen Hesse bêje; ‘Her jiyan bêhndayîna pirtûkekê, her mirin bêhnstendina pirtûkekê bû.’ Ev e dibe ku rastir be. Bi rastî jî bi qasî ku bersiva vê pirsê di hundirê wê de veşartiye, ew qas jî di karekter, helwest û kakila hişmendiya desthilatdariyê de jî veşartiye.”
 
‘Min şewitandina pirtûkan bi çavên xwe dît’
 
Bi domdarî jî Rengînê diyar kir ku mirov tenê bi kirin û kiryarên desthilatdariyê yên salên 90’an nikare karektera desthilatdariyê rave bike û wiha dom kir: “Dema ku mirov li hemû pêvajoyên wan ên darbeyan dinihêre, bi hêsanî wî rûyê wan ê cinawir û tirsnak bi zelalî dibîne. Di zarokatiya min de, di salên 80’an de bi derbeya leşkerî re pirtûk û kasetên muzîkê yên kurdî, li bajaran ji aliyê dayik û jinên kurd ve ji bo parastina mêran û zarokên xwe hatin şewitandin, li hemû gund û wargehên li derveyî bajaran hatin binaxkirin û veşartin. Di darbeya 80’yî de li mala me ya bajêr ez bi çavên xwe yê zarok bûm şahid û min dît ku hemû pirtûkên me ji aliyê diya min û dapîra min ve bi rojan û bi yekbiyek hatin şewitandin. Rastiya li paş ew tabloya bi navê ‘Qetla Pirtûkan’ ku ji hişê zarokekê re bûye mijar, nîşana nerazîbûna desthilatdariyê ya civaka hişyar e ku difikire, hay ji mafên xwe heye û dixwaze bi dest bixe. Piştî salên 80’yan qedexekirina pirtûkan dest pê kir ku ev yek ji tepisandina hewldanên mafan bêhtir, ji berxwedanên di warî re bû îlham û bû sedem ku tevger û hêzên berxwedêr ên civakî derkevin holê.” 
 
‘Desthilatdarî hebûna xwe dispêre pîrozên neguhêrbar’
 
Rengînê destnîşan kir ku îktîdarên heyî bi êrîşkirina ‘zanînê’ re dixwazin civakê ji rastiyan bêpar bihêlin û wiha pê de çû: “Desthilatdarî karektera xwe, hebûna xwe dispêre fikr û baweriyên pîroz, pîrozên neguhêrbar. Tenê pîrozên xwe nas dike, empoze dike û tenê jiyana entegreyî zagonên xwe tehemûl dike. Fikr û qenyatên cuda wek gef qebûl dike û hewl dide ku wan têk bibe. Desthilatdarî yek ji cureyên dijminatiya civakê, destdirêjiya xwezaya civaka azad e. Hêzên polîtîk ên rastgir li tevahiya cîhanê dema ku bixwazin bibin desthilatdar, ji bo berxwedanên xwezayî yên civakan bişikînin hemû maf û prosedurên hiqûqî heta ku bigihên armanca xwe tune dihesibînin. Azadî û bêedaletiya dad û çapemeniyê ji holê radikin. Di nav civakê de tirs û bêewlehiyê belav dikin, term û têgehên neteweyî û olî weke şertên aîdbûnê empoze dikin, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan sirgûn dikin û ger bivê bi tiştên jê xerabtir gefan dixwe, berhemên wan qedexe dike û dide berhevkirin. Ev pirs di vir de girîngtir dibe. Gotinek hêzên şoreşger ên watedar heye; ‘Faşîzm herî zêde ji deng û ronahiyê ditirse.’ Her wiha weke ku Hegel jî gotiye; ‘Her tişt ne tenê li gorî kok û bingeha yê heqîqî, di heman katê de weke bikêr qebûlkirin û îfadekirina ew tişt an jî bikêrê heqîqî ve jî girêdayî ye.”
 
‘Desthilatdarî herî zêde ji pirskirinê ditirse’
 
Di berdewamê de jî Rengînê anî ziman ku dewlet herî zêde jiderketina rastiyan û hînbûna zanistiyê ditirse û ev nirxandin kir: “Deng hebûn e. Weke bikêrekî beyana hebûnê ye. Mirov tev li yên heyî dike. Ji ber vê yekê spartakus li hemberî desthilatdariya ku ji bo koleyan axaftin qedexe kiriye rabû û ji hevalên xwe yê kole re got, ‘bipeyivin’. Koleyên ji hemû hal û kiryarên mirovahiyê hatine dûrxistin û weke sewalan hatine dîtin, di serhildana xwe de karê axaftinê weke yekem û mezintirîn çalakiya azadbûnê qebûl kirine. Ronahî, jiyana alternatîf û mizgîniya cîhana alternatîf e. Ango sembola ronîbûn û serwextbûnê ye. Desthilatdarî dema ku li tarîtî û tiştên wêdetirî tarîtiyê nihêriye, herî zêde ji pirs û lêpirsînê tirsiyaye. Ji ber vê yekê, xwe weke mîrektiya yezdan a li ser rûyê erdê yan jî weke xelîfeyê wî pênase kiriye. Bi vê yekê xwestiye rê li ber pirsînê bigire. Desthilatdariya niha bêyî xwesteka civakê, bi pîroziyên olî hatiye dorpêçkirin û hatiye avakirin. Ev senteza îslamê û tirkbûnê bi navekî din jî pan tirkîzm e. Desthilatdariya îro di ser dîrokeke derew, li ser goristana şaristaniyên bindestên xwe hatiye ava kirin. Tirsa wan ew e ku ew gelên ku bi komkujiyan hatine qetilkirin, di nav wan pelên pirtûkên qedexe kirî re bang bikin. Ditirsin ku wî gelê ku çand huner û bi wî zimanê xwe yê qedexekirî hewl bide ku xwe xurt û zindîtir bike, sûc û kiryarên wan ên qirêj biqîre. Destilatdariya ku şaristaniya Urartûyan ji xwe re kiriye mal, ditirse ku pirtûkên qîrînên dewletên kurdan ên bi zordariyê hatine tepisandin li rûyê wan bixe. Pirtûkên me yên dîroka rastîn vedibêje û dibe çiraya dîroka rastîn û civaka ku li van rastiya xwedî derdikeve, dibe xof û li bedenên wan digere.”
 
‘Pirtûkan weke çirayên rewneqdar rê li ber gelê serhildêr ronî dikir’ 
 
Nivîskar Rengîn destnîşan kir ku tirsa li hemberî pirtûkan rasterast bi dîroka wan a bi xwîn ve girêdayiye û salên 90’an bi qetlîamên wan re bû sedem û destpêka derketin û mezinbûna pêlên şoreşgeriyê. Rengînê wiha berdewam kir: “Di wê demê de di nav xerabeyên şaristaniyan re nalîn û sewta vejînê dihat bihîstin. Pirtûkan weke çirayên rewneqdar rê li ber gelê serhildêr ronî dikirin. Ji ber vê yekê heramî û celadên şaristaniyan ji tirsa darizandinê, ne tenê rewşenbîr, ronakbîr, hunermend û zenaetkar, pirtûkên wan jî weke dijmin qebûl kirin. Berê xwe dan çanda me cureyên wêjeya me ya devkî jî; stran, kilam û çîrokên me jî êdî qedexe bûn. Weke salên 80 û 90’an, ji ber zordestiya serdestên me yên desthilatdar li hemû mal pînik û kozikên me de bi sedan pirtûk û kasetên dengbêjên me yên sewtberz jî di qelş û qulîkên dîwaran de veşartîbûn. Heta niha gelek pirtûkên nivîskarên kurd hatin qedexekirin û der barê gelek pirtûkan de biryara berhevkirinê heye. Nêzîkatiya dewletê bi taybetî ya li dijî pirtûkên nivîskarên kurd mirov dikare çawa binirxîne? Tekiliyên civakî yan civak bixwe ji ber derfet û rola hemû cureyên wêjeya nivîskî û ya devkî ji bo geşedan û pêşveçûna xwe bi kar tîne, ji ber ku vê yekê xwe bi rê dixe, dixwaze pêşiya wan tê girtin. Ji ber ku çanda me ya gelêrî û wêjeya me ya devkî gelekî xurt e.” 
 
‘Li vê derê helbest û serhildan heman tişt e’
 
Rengînê da zanîn ku ji ber ku wêje desthilatdariyê îfşa dike, ji aliyê îktîdaran ve weke hedef tê nîşandan û wiha got: “Her berhema di warê çand û hunerê de xwe digihîne xwînerên xwe kevirekî li hîmê civaka kurdan û hebûna wan zêde dike. Ew tişta ku xwestek û planên serdestên me yên ji bo tunekirina me hatine sazkirin têk dibe, wêjeya me ya devkî ye. Berhemên bi kurdî hatine nivîsandin derbeyên herî mezin in li siyaseta wan a înkar û asîmîlasyonê. Her yek ji wan serhildaneke li hemberî qedexekirinên wan in. Tunekirina deng û sewta dengbêjan bi rêya qedexekirina kasetan bi ser neket, deng û sewta wan a têr û tije xwe di rûpelên pirtûkên qedexekirî re rû da. Berizbûna wêjeya zimanê wê hatiye qedexekirin û asta ku xwe gihandiye, siyaseta wan a talanker têk bir û hemû tezên wan ên qirêj ji holê rakir. Helbet dê nivîskarên kurd li hemberî vê sîyaseta nepak li ber xwe dan, ew zimanê ku wan digot êdî xelas û hat ji bîr kirin, di nav rûpelên Hewarê re dibû bangeke mezin û ew dilerizandin. Ji bo pêşketina civakê tiştê herî hêja xwendina pirtûkan e. Lê li gel qedexekirina pirtûkan gel pirtûkên ku dixwaze bixwîne nikare xwe bigihîjinê. Li dijî vê nêzîkatiyê divê helwestek çawa bê nîşandan? Aime Cêsai dibêje; ‘Li vê derê helbest û serhildan heman tişt e.’ Îro em giştî di pêvajoyeke wisa de derbas dibin ku divê li serê lêkolîn bê kirin. Dibe ku ji pirsa em çi dixwazin bêhtir a em dixwazin veguherin çi ji xwe û ji hev bikin. Ji ber vê yekê ye ku li hemberî zordestî û zilmê çek û helwesta herî xurt xwe birêxistinkirin û yekitî ye. Bi sazîbûnê hêza li hev xwedî derketin, bi vê yekê re xurtkirina civakê baştirîn çareserî ye.” 
 
‘Desthilatdarî ji ku ve derbê li civakê bixîne divê gel jî ji wî alî ve xwe xurt bike’
 
Nivîskar Rengîn qala rol û mîsyona wêjeyê kir û wiha got: “Di vê pêvajoyê de nivîskar weke pêşeng roleke mezin dilîzîn. Desthilatdarî ji ku ve derbê li civakê bixîne divê gel ji wî alî ve xwe xurt bike, xwe bi pêş ve bibe. Wan di wexteke nêz de êrîş birin ser KURDÎ-DER’ê, ser Malên Piştgiriyê yên şaredariyan, ser komele û weşanxaneyan. Wê demê divê ew sazî car din ji berê rêk û pêktir bên damezirandin û xurtkirin. Bi rastî me dirûşma xwe ji berê de amade kiribû, ‘Her malek dibistan, her kurdek nîvîskareke.’ Di vî warî de hin pêngavên xweş jî hatin avêtin. Li hemû herêman bi rêya komên xwendinan xwîner û nivîskar hatin ba hev û diyalogek di navbera wan de ava bû. Lê ev kom bi destên çend xwînerên xemxwur ve hatin berdan. Nivîskaran rolek gelek mezin nelîstin û bi pêş ve nebirin. Çewisandinên desthilatdariyê nivîskar bi şûnde bir û weke pêvajoya 12'ê Îlonê hemû kes ber bi malên xwe ve vekişiya. Nivîskar ew kesayet e ku sînorên dewletê bi qedexeyan xezkiriyê bin pê dike. Zagonan nas nake. Li hemberî çewisandin û tepisandinê çekên xwe li xwe dipêçe û derdikeve qada şer.” 
 
‘Ger hûn têk biçin jî rabin û careke din şer bikin’
 
Herî dawî jî nivîskar Rengîn Kardelen ev tişt anî ziman: “Tevî hemû qedexeyan û astengiyan jî divê ji aliyê rewşenbîran ve civak bê ronîkirin. Bêguman di vê rewşê de sînorên ji aliyê dewletê ve hatibin danîn, zû hatin qebûlkirin. Tişta ku bê kirin ew e ku li hemberî zordestiya desthilatdariyê xwe bispêre hêza civakê û bêyî ku hevokên xwe bitewîne û peyvên xwe biqusîne rasterast gotina xwe li her derê bêje. Ya herî girîng divê em xwe û civaka xwe ji aliyê çand huner û ilmê ve bi pêş ve bixin û tariyê de nemînin. Divê em civaka xwe û rewşenbîr û bîrmendên xwe bigihînin hev û pirek xurt ava bikin. Ji bo parastina pirtûkan li gorî wê tiştê herî pêwîst çi ye? Xurtkirina wêjeyê bi şoreşan pêkan e. Divê em şoreşa ziman pêk bînin. Ji zimanê xwe hez bikin a ku me xelas bike ev e. Ger em ji zimanê xwe hez bikin em ê ne tenê pirtûkên xwe, hemû tiştên xwe yên pîroz ji hemû nebaşiyan biparêzin. Tevî hemû zahmetiyên kar û barê zimên divê em ji bo çand û azadiya xwe têbikoşin û heger têk biçin jî car din rabin şer bikin û hewl bidin ku xurt bibin. Em vê yeke ji bo tu kesî nekin jî divê bo ji fedaiyên gelê xwe, ji bo rêzdarên xwebexş, ji bo berxwedêrên dilpak bikin.”