"Dawîya Dawî" li Qoserê ew ê bê lîstin

  • 14:23 29 Kanûn 2019
  • Çand û Huner
MÊRDÎN - Xwepêşandana stendapê ya bi navê "Dawîya Dawî" ew ê li Qoserê bê çêkirin. 
 
Xwepêşandana stendapê ya bi navê "Dawîya Dawî" ya ku ji aliyê Şanoya Bajarê Amedê ve hat amadekirin ew ê li Qoserê di 30'ê Kanûnê de saet di 19.30'an de li Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê bê çêkirin. 
 
Biletîn xwepêşandana stendapê ya bi navê "Dawîya Dawî" dikare li Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê bê pêdekirin.