Şanogererên kurd: Şano xweş e lê bi zimanê Kurdî xweştir e

  • 09:04 29 Kanûn 2019
  • Çand û Huner
Zeynep Durgut
 
WAN - Li dijî hemû qadên kurdî sansur û qedex berdewam dike. Têkîldarî êrîş û sansûra salekê de  şanogerên Şanoya Mencelê axivîn, gotin ku sansûr wan asteng nake û şano xweşe lê bi zimanê kurdî xweştir e.  
 
Şanoya kurdî  di sala 1920’î de ewil li başûrê Kurdîstanê, piştre di dawiya salên 1920’î de li Yekitiya Sovyetê (Tiblîsê) tecrûbe girt û heta roja me ya îro li ser dikê bi hewlêdanên mezin li gel astengiyên herî mezin xwe digîhîjîne temaşevanan.  Şano di warê vegotina bûyerên civakî de rol û mîsyona herî mezin dilîze. Lê heta niha wekî qedexekirina,ziman, çand,nasname û  hebûna kurd, şanoya kurd  jî her tim bi êrîşên tund re  rû bi rû ma û hedef hatiye nîşandan. 
 
Li Wanê Şanoya Mencel a ku bi zimanê kurdî şanogeriyê dike di sala 2017’an de bi dîrûşma ‘Em ê lîstîkên xwe di mencelê de bikelînin û ji temaşevanan re pêşkeş bikîn’ ji aliyê 7  şanogerên kurd ve  hat avakirin. Şanogeran lezdan xebatên xwe û bi ked û xebatên mezin lîstîkên herî bi nav û deng wergerî zimanê kurdî kirin  û ji temaşevanan re hatin pêşkêşkirin. Têkîldarî astengî,qedexe û zextên di salekî de  li ser şanoya zimanê kurdî pêk hatin de şanogerên Şanoya Mencelê axivîn. 
 
‘’Lîstîkvana Şanoya Mencelê Dilvîn Abî diyar kir ku herî zêde di sala 2019’an listîkên bi zimanê kurdî hatin pêşkeşkirin û wiha got:” Me piştî meha gulanê serdema şanoyê ya biharê girt. Bi mîhrîcana meha cotmehê re me xwest serdaem şanoyê ya payizê vekîn. Lê mixabin ji ber şerê ku li Rojava diqewime me di roja 5’emîn de mîhrîcana ku li dar xist betal kir. Bêgûman em vala nesekînin. Piştî batalkirina mîhrîcanê em li herêmê derketin turnûvayê. Ji Amedê heta Bazîdê, ji Panosê û heta Cizîrê em bi lîstîkên xwe gihiştin temaşevanan. Sala 2019’an di qada şanoya kurdî de  bi ked û xebateke mezin derbas bû. serdema me pîçek dereng vebû. Sedema wê jî betalkirina mîhrîcanê bû. Ji ber wê jî di derxistina bernameyên mehane de me zehmetî kişand. Lê dîsa jî me xwe gîhand temaşevanên xwe. Di dawiya  turnûvayê de 2 listîkên me hebûn. Me xwest li Edeneyê pêşkeş bikîn. Lê wekî sala 2018’an îsal jî ew herdu listîkên me ji aliyê walitiya bajêr ve hatin qedexekirin. Lê çiqas listîkên me  bên astengkirin jî xwedî derketina gel a li şanoya kurdî her ku diçe zêde dibe.”  
 
‘Ji ber ku em bi kurdî şanogeriyê dikin dikê nadin me’
 
Dilvînê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji bo pêşketina şanoya kurdî pêwîstî bi têkoşîna ji bo parastin zimanê dayîkê heye û wiha dom kir:” Li Wanê li dijî şanoya kurdî eleqe roj bi roj zêde dibe.  Dema em diçûn turneyan elqeya li dijî şanoya kurdî zêdetir bû. Mîna li Panosê cara yêkem bû ku listîka kurdî hate temaşekirin. Herwiha em çûn Sîlopiyê û Cizîrê me listîka kurdî li  derve lîst û yêkemîn car li wir şanoya kurdî hat temaşekirin. Bêgûman wekî her sal îsal jî em bi zehmetî û astengiyên mezin re rû bi rû man. Mînak li Wanê dika me heye. Lê gava em diçîn bajarên din em zehmetiyên mezin dikşînîn. Ji bo ku em şanoya kurdî dikîn dikê nadin me. Mînak em çûn Bazîdê tu der nebû ku me lîstîk bilîsta me ji mecburî li ser dika sînemyê listîk lîst. Ji me ditirsin û ji listîkên me ditirsin.  Ji bo pêşketina şanoya kurdî pêdivî bi têkoşînê heye. Hêviya me ew e ku em di sala 2020’î de di nav şert û mercên azad de listîkên xwe ji temaşevanan re  pêşkeş bikîn.”
 
'Şanoya kurdî tê sansurkirin'
 
Şanoger Perînaz Delazy jî bal kişand ser sala 2019’an. Perînazê diyar kir ku wan di lîstîkên xwe de bi taybetî bûyerên civakî hilbijartine û wiha pê de çû;” Listîkên ku me herî zêde derxistîn, me di vê salê de listîn. Hem li Wanê û hem jî ji derveyî Wanê ev listîkên me hatin pêşkeşkirin. Em çûn cihên cuda cuda û me li gel lîstîkan xwe gihand temaşevanên cuda. Me bernameyên zarokan çêkirin,me atolyeyên zarokan dan destpêkirin. Ez dikarim bibêjim ku ji bo şanoya Mencel 2019 li gel hemû  zor û zehmetiyan  saleke têr û tijî bû. Bêgûman gava ku mirov şanogerek kurd be mirov bi zehmetiyên giran re jî rû bi rû dimîne.  Em  bi sansurê re rû bi rû man. Em nikarîn bibêjîn di sedsala 21’emîn de şanoya kurdî azad tê lîstin û xebatên xwe dimeşîne. Sansûrên li ser şanoya kurdî hêj jî didomin. Lê tevî hemû astengiyan me xwe gihand temaşevanan. Ez dikarim bibêjim sala 2019’an ku ji bo me nexweş bû lê me bi têkoşîna xwe xweş kir." 
 
‘Em hêvî dikîn ku sala 2020’î bibe saleke bê sansûr’
 
Şanoger Perînazê anî ziman ku ew dixwazin şanoya kurdî dewlemend bikin û got ku  divê her kurdek xwedî li şanoya kurdî derbikeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir:”Sala 2019'an ji bo gelê kurd saleke dijwar bû. Zarokên kurd hatin qetilkirin û kuştin. Em nizanîn ku wê sibê çi bê serê me.  Em hêvî dikîn ku sala 2020’î bi xwe re aramiyê bîne." Perînazê bal kişand ser parçebûna axa kurdan jî û wiha dawî li axaftina xwe an: " Ez dikarim bibêjim ku dile cîhanê li Kurdîstanê diavêje. Ger ku Gelê Kurd yekitiya xwe ava bike ew ê ji vê rewşê jî sûdê bigire.  Em dixwazîn li çar perçeyan listîkên xwe pêşkeş bikîn. Em wekî şanogerên şanoya Mencel  dixwazîn di  sala 2020’î de  şanoyê bi şanogerên nû berfireh û dewlemend bikîn.  Em şanoger hêvî dikîn ku sala 2020’î bibe saleke bê sansûr. Şano xweşe lê bi zimanê kurdî xweştir e.”