Rewşen Esmer: Helbest têkoşîn û keda jinê ye

  • 15:59 26 Kanûn 2019
  • Çand û Huner
AMED - Rewşen Esmer pirtûka xwe ya yekemîn a helbestan a bi navê "Hêlîna Evînê" li Komeleya Jinan a Rosayê îmze kir. Eleqeya ji bo pirtûka Rewşenê mezin bû. 
 
Hevşaredara berê ya Sîlopiyayê û endama Komeleya Jinan a Rosayê Rewşen Esmer ji bo îmzekirina pirtûka xwe ya bi navê "Hêlîna Evînê" li Komeleya Jinê ya Rosayê bi xwendekaran re hat gel hevdu. 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun, Nuran Îmîr, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevseka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen, hevşaredarên Silopiyayê û Sêrtê, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Jinan a Rosayê û gelek kes beşdarî bernameya îmzeyê bûn.
 
Rêvebira Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya di destpêkê de axaftina vekirinê kir û anî ziman ku ev roj ji bo wan girîngiyek cuda ye. Adaletê wiha berdewam kir; “Cara yekeme em weke komele pêşengtiya rojek wiha dikin û hêvîdar im wê berdewamiya vê jî were.” 
 
Adaletê di dawiya axaftina xwe de li ser navê komeleyê diyariyek da Helbestvan Rewşenê.
 
‘Helbest bû zimanê hestên min’
 
Rewşenê beriya pirtûkan îmze bike ji bo kesên ji bo çapkirina pirtûkê ked dane sipasîyên xwe pêşkeş kir û di destpêkê de mafê axaftinê dan wan.
 
Narîn Gezgor ku alîkariya Rewşenê kiriye wiha got:"Min bi kêfek mezin alîkariya Rewşenê kir. Di pirtûkê de hestên kûr veşartîne. Serkeftinê ji bo Rewşenê dixwazim û ji bo keda wê ya pîroz wê pîroz dikim."
 
Fîgen Ektî jî wiha got:"Ez û Rewşen rêhevalên hev yên kevn in û ez wê ji nêz ve nas dikim. Di xwendina helbestên wê de ez pir hestiyar û bi hêz dibûm ku helbest dîrokek vedigot. Ez şahidê berxwedan û têkoşîna heval Rewşen im. Beriya zindanê û di 9 salên pêvajoya zindanê de wê berxwedanek mezin da. Hêvîdar im hemû xwendevan hestan fêm bikin. Hûn xwe di van rûpelan de bibînin.”
 
Medya Uren a ku wênebergê pirtûkê xêz kir wiha axivî; “Min di helbestan de ked, hêz û berxwedana jinê dît. Çawa ku li aliyekî şer hebû li aliyê din agirê serhildanê pêketibû. Li cihekî şîn li cihekî şahî bû. Ez şad im ku min rengek da pirtûkê. Ji bo heval Rewşen jî serkeftinê dixwazim.”
 
‘Hestên di helbestan kevin nabin’
 
Rewşenê car din sipasiya kesên ew teşwîqî çapkirina pirtûkê kirine, kir û dest bi axaftinê kir û wiha got; “Min di her rêzikê de şîn û şahiyek, xem û kêfxweşiyek  bi lêv kir. Ji berê de ez bi vî awayî hestên xwe tînim ziman û ji bo berhevkirina pirtûkê gelek hevalan ez teşwîq kirim. Di vê destpêkê de ez ji bo wan spas dikim. Helbestên min kevn in lê divê were zanîn ku tu car hestên wê kevin nabin. Min bi berhevkirina van û zêdekirinê re pirtûk temam kir. Jin û ziman, jin û çand, jin û xak weke goşt û neynûk bi hev ve girêdayîne ku polîtîkayên bişaftinê ên li ser van qet kêm nemaye. Li dijî van êrişan serhildanên herî mezin jina kurd bi ser xistiye. Jin ji bo jiyanek bi rûmet tim bûne pêşeng. Hûn ê di pirtûkê de van yekan bibînin. Ez pirtûkê bi vî awayî bi nav dikim. Helbest çemekî di nava van kiryaran de pak diherike ye.”
 
Bi îmzakirine pirtûkan re bername bi dawî bû.