Li Êlihê 2’yemîn Rojên Demsala Wêjeya Kurdî dest pê kir

  • 12:13 26 Kanûn 2019
  • Çand û Huner
ÊLIH - Li Êlihê 2’yemîn Rojên Demsala Wêjeya Kurdî ya Batmanê dest pê kir. Gelek nivîskar, helbestkar û siyasetmedar beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de parastina ziman û wêjeya Kurdî derket pêş. 
 
Li Êlihê 2’yemîn Rojên Demsala Wêjeyê ya Batmanê ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Şaxa Egîtîm Senê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto û Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) tê organîzekirin, li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn a Şaredariya Êlihê dest pê kir. 
 
Mêvanê rûmetê yê Rojên Wêjeyê helbestvanê kurd Berken Bereh e. Di destpêka bernameyê de wek Şeva Rêzgirtinê ya ji bo Bereh hat amadekirin. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokê Giştî yên HDP’ê ku ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyare Salîm Kaplan, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, nivîskar û helbestvênên kurd Berken Bereh, Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle, Cumhur Olmez, Mueyed Teyîp, Selîm Temo, Weysel Tirpan, Roza Metîna û Merdan Newayî û gelek kes beşdarî şahiyê bûn. Beriya şahiyê navenda çandê kokteyl hat dayîn û xwîner û nivîskaran li gel hev sohbet kirin. 
 
'Em ê van xebatan berdewam bikin' 
 
Hevşaredar Mehmt Demîr di Şeva Rêzgirtinê ya Berken Bereh de axivî û wiha got: “Ji bo em xwedî li çanda gelê kurd derkevin me sond xwariye. Em ê van xebatan berdewam bikin. Ji bo gelê Êlihê em çi bikin jî hindik e. Van xebatên çand û hunerî ku me heta îro ji bo gelê xwe kiriye jî hindik e. Ne tu tiştek e. Ev gel bêtir her tiştî heq dike.” 
 
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî bal kişand ser çand û zimanê kurdî û got: “Bi salane zimanê kurdî di bin zext û qedexeyan de ye. Em deyndarên helbestvan, dengbêj û nivîskarên xwe ne ku heta roja me ya îro zimanê me li pêş xistin e.” 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan jî bal kişand ser kiryarên qeyûmên tayînî şaredariyên wan hatine kirin û got: “Qeyûm ewilî ziman û çanda kurdî tune dihesibînin. Şaredariyên gel ji bo parastina çand û zimanê kurdî têdikoşin.” 
  
Dema axaftin dihatin kirin sînevîzyona ji wêneyên xebat û jiyana Helbestvan Berken Bereh pêk dihat dihat nîşandan. 
 
Pişt re Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle, Cumhur Olmez, Mueyed Teyîp behsa xebat û jiyana Bereh kirin. 
 
Mueyed Teyîp got: “Dema li Başûr kurd dikenin, li Bakur jî kurd dikenin” û bi van gotinan bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya kurdan. 
 
Nivîskar Îrfan Amîda jî da zanîn ku helbestvanên kurd tenê ne helbestvaniyê dikin û di heman demê de yek ji têkoşerên azadiya gelê xwe ne û ev 40 sal in Berken Bereh ji bo gelê xwe têdikoşe. 
 
Helbestvan-rojnameger Rêdûr Dîjle jî destnîşan kir ku ji bo helbestê nikarin pênaseyek giştî bikin û divê her helbestvanek hildin cihekî û pênaseya wan bikin. Dîjle bal kişand ser jiyan û xebata Bereh û got Bereh yek ji helbestvanê gewre yê roja me ya îro ye.
 
‘Ji wê rojê vir ve îradeya gelê kurd nehat şikandin' 
 
Di şahiyê de nivîskar Selîm Temo, Weysel Tirpan, Roza Metîna, Merdan Newayî jî helbestên Bereh xwendin. 
 
Pişt re Berken Bereh di nava olana dengê çepikan de derket ser dikê û malovaniya her kesî kir. Bereh da zanîn ku dema wî dest bi nivîsandina helbestê kir gelê kurd di bin zext û zilmek mezin de bû û got: “Ji wê rojê vir ve îradeya gelê kurd nehat şikandin.” 
 
Bereh diyar kir ku her çiqas ew Şirnexî be jî nîvê jiyana wî li Êlihê derbas bûye û ziman ango devoka helbestê jî li gorê devoka herêmê hatiye rûniştandin. Bereh anî ziman ku lazime her kes girîngiyê bide çand û zimanê xwe û got: “Dema hûn zimanê miletekî tune bikin û ji holê rakin, ji wî miletî tiştek namîne Ji ber vê yekê dema cara ewil qeyûm hatin dest bi daxistina tabelayên kurdî kirin.” 
 
Piştî Bereh axaftina xwe bi dawî kir, Parlamenter Feleknas Ûca plaket diyarî Berken kir. 
 
2’yemîn Rojên Demsala Wêjeya Kurdî ya Êlihê dê heta 29’ê kanûnê dewam bike.
 
Bername wiha ye:
 
Bernameya Roja 2'emîn
 
13.00 Kovara Rewşenê: Belgefîlm
15.00 Mueyed Teyîp: Îmze û Gotûbêj 
17.00 Îmze û Gotûbêj: Ramazan Kavak, M. Şîrîn Bûlga, M. Saît Îmret, Firat Ozdemîr  
19.00 Panel: 'Di wêjeya kurdî werger' Muhsîn Ozdemîr, Merdan Newayî, Salih Agir Qoserî, Lal Laleş
 
Bernameya Roja 3'yemîn
 
14.00 Belgefîlm: Cegerxîn 
17.00 Panel: 'Pêşketina çîroka kurdî' Îsmaîl Hacanî, Bajar Mîrzeman, Mihemed Ronahî, 
19.00 Şeva Helbestê: Ramazan Kavak, Meral Şîmşek, Çetîn Lodî, Kevok Mizgîn, Îsmaîl Hacanî
 
Bernameya Roja 4'emîn
 
13.00 Panel Îmze: 'Wêjeya Klasîk' Perwîz Cîhanî, Abdûrrahman Adak, Hayrûllah Acar, 
15.00 Panel Îmze: 'Rengê jinê yê di wêjeya kurdî de' Dîlan Aydin, Sûltan Yaray, Roza Metîna, Herdem Merwanî, Xecê Şen
17.00 Panel Îmze: 'Di zaravayên kurdî de roman' Sebrî Silêvanî, Roşan Lezgîn, Ferzen Şêr
18.00 Panel Îmze: 'Wêje û Bawerî' Adar Jiyan, Qahir Beteyî, Qedrî Yildirim
 
Bernameya Roja 5'emîn
 
13.00 Helbest û Gotûbêj: Selîm Temo
15.00 Panel: 'Motîvasyon û pirsgirêkên romana kurdî' Şener Ozmen, Remezen Alan, 
17.00 Nîşandana Belgefîlma Mîrê Bilûrê/Kavalın Miri 
19.00: Panel: 'Folklora Kurdan' Nîhat Gultekin, Bedran Hîkmet, Nûsret Îmîr
21.00 Girtin