Eslîxan Yildirim ji bo xwendekar û Komeleya Nivîskaran pirtûk şand

  • 16:43 21 Kanûn 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PEN a Kurd Eslîxan Yildirim ji bo xwendekarên Dibistana Ferzad Kemanger û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Mêrdînê pirtûk şand. 
 
Hevseroka PEN a Kurd Eslîxan Yildirim a li Londonê dimîne ji bo xwendekarên Dibistana Ferzad Kemanger û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Mêrdînê pirtûk şand. Eslîxanê ji bo xwendekarên Dibistana Ferzad Kemanger çîrok û pirtûkên perwerdeyê ji Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Mêrdînê jî roman, pirtûkên perwerde û lêkolînê şand. 
 
Mamosteyên Dibistana Ferzad Kemanger ji bo pirtûkan kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiyên xwe pêşkêş kirin. Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Mêrdînê jî li ser rûpela xwe ya Facebookê ji bo pirtûkan spasiyên xwe ji Eslîxanê re pêşkeş kir.