‘Zimanê me nasnameya me ye’

  • 09:27 21 Kanûn 2019
  • Çand û Huner
WAN - Jinan diyar kirin ku zimanê Kurdî ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê berxwe dide, di serî de jin bi têkoşîna mezin a gelê Kurd hebûna xwe diparêze û gotin: “Zimanê me nasnameya me ye. Divê em xwedî li nasnameya xwe derkevin.”
 
Jinan diyar kirin ku ji bo zimanê Kurdî ku tevî hemû asîmîlasyona sîstematîk hîna hebûna xwe bi awayekî xurt didomîne, divê têkoşîn bê meşandin û wiha got: “Divê li her qadê em bi zarokên xwe re zimanê xwe biaxivin.”
 
‘Di qada tenduristiyê de Kurdî şert e’
 
Misrî Demîr Agaç a ku tenê bi Kurdî dikare biaxive got: “Dewleta ku bi zimanê dayikê xizmetê nade, di kêmasiyê de ye. Em diçin nexweşxaneyê, xebatkarên tenduristiyê Kurdî nizanin û ji ber vê ez nikarim xwe îfade bikim. Heta carna dibe ku teşîsa şaş jî bê danîn. Em dixwazin li her qadê zimanê xwe biaxivin. Divê dayik bi zimanê xwe perwerdeyê bidin zarokên xwe. Zarok li dibistanan ji xwe Tirkî fêr dibin. Ya girîng divê zimanê dayikê fêr bikin û nas bikin.”
 
‘Divê bi zimanê dayikê perwerdeyê bidin’
 
Jina bi navê Hatîce Hasan jî destnîşan kir ku tevî hemû zextan divê Kurdî bê axaftin û bertek nîşanê êrîşên nîjadperest ku demên dawî de ji ber Kurdî diaxivin pê re tên rû hev, bidin û got: “Em xwedî zimanekî dewlemend in. Bi çand û dîroka xwe gelek dewlemend e. Divê ciwanên me zimanê xwe bizanibin. Perwerdeya bi zimanê dayikê gelek girîng e. Divê mirov eslê xwe winda nekin.”
 
‘Ji bo zimanê me bê asîmelekirin em hatin koçberkirin’
 
Makbule Demîr jî daxuyakirin ku di salên 90’î de ji gundan hatine derxistin lê her tim bi zarokên xwe re Kurdî axivîne û wiha berdewam kir: “Sedema koçberkirinê ji xwe tunekirina çand û zimanê Kurdî bû. Lê dîsa tevî her tiştî em Kurdî diaxivin. Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve.”
 
‘Heta em hebin em ê ji bo zimanê xwe têbikoşin’
 
Medîne Kiyak jî anî ziman ku zimanê Kurdî bi sedsalane hebûna xwe diparêze û ji vir şûnde jî wê biparêze û wiha got: “Em roja hatine dinê Kurdî diaxivin. Em ê wisa jî bikin. Bi salan e em Kurd ji bo zimanê xwe têdikoşin. Gelê Kurd newekheviyê nakin navbera gelan. Yekane daxwaza me jî ev e ku bila kes heqeretê li zimanê me neke. Heta em hebin em ê ji bo zimanê xwe têbikoşin.”
 
Seve Akin jî bi lêv kir ku zimanê Kurdî heta îro li dijî zext, çavsoriyan têkoşîn daye û hebûna xwe berdewam kiriye.