'Dayik parêzvanên çanda resen in'

  • 09:06 18 Kanûn 2019
  • Çand û Huner
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Jina bi navê Hêvîn Şekêr a 40 salî ye bi çêkirina cilên rîs zarokên xwe ji sermayê diparêze. Hêvîn di derbarê çêkirina cilên bi rîs û cureyên wê de axivî û got: "Em rojên zivistanê li kampan bi çêkirina rîz derbas dikin. Em bi hêvî ne sala nû li Efrînê bin. Efrîn axa me bû û hat dagirkirin.”
 
Çanda ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe her di nava jiyana ku dayik pêşengtiya wê dikin zindî ye. Di nava her pêlek ji tayê rîsê xwe de çîrokên hezkirinê vedbêjin û malbat jî xwe li derdora wê kom dike û lê guhdar dike. Jina bi navê Hêvîn Şekêr di temenê xwe yê 20 salî de dest bi çêkirina rîsan kir. Hêvîn dayika 6 zarokan e û bi çêkirina cilên rîsan zarokên xwe ji sermayê diparêze. Niha li kampa Serdemê ya Şehbayê bi cih bûye. Hêvîn di derbarê çêkirina cilên rîsan nêrîna xwe parve kir. 
 
'Ji tayê rîs gelek cil tên amadekirin'
 
Hêvînê di destpêka axaftina xwe de behsa berhemên ji rîsan kir û wiha pê de çû: "Min li Efrînê karê çêkirina cilan ên ji rîsê dikir. Makîneya rîsê jî hebû, lê min bi destê xwe jî ji rîsê cil çêdikir. Mirov dikare ji tayê rîsê sud werbigire. Her wiha cilên bi rîsan mirovan ji sermayê diparêze. Mirov dikare bi tayê rîs gelek neqşên cur bi cur çêbike. Ez bi tayê rîsê çaket, kum, lepik, patîk û yêlek çêdikim. "
 
'Tevî derfetên kêm, em nahêlin zarokên me sermayê hîs bikin'
 
Hêvînê bal kişand ser derketina wan ji Efrînê û wiha got: "Em ji Efrînê derketin û niha li kampa Şehbayê bi cih bûne. Li vir derfet kêm e, lê tevî derfetên kêm, em nahêlin zarokên me sermayê hîs bikin. Li kampê zivistanê zêde kar nîne û şev jî dirêj in Ji bo wê ez dema xwe bi çêkirina cilan derbas dikim. Hêviya me ew e ku em sala nû li Efrînê bin."
 
'Dayik parêzvanên çanda resen in'
 
Hêvînê herî dawî wiha got:"Dayik parêzvanên çanda resen in. Divê xwedî li keda dayikan bê derketandin. Yên ku çandê didomîne û zindî dihêlin dayik in."