'Bêrû' li Stenbolê derket hemberî temaşevanan

  • 12:53 22 Mijdar 2019
  • Çand û Huner
STENBOL - Koma Şanoyê ya Tetatra Jiyana Nû ya MKM'ê bi lîstika pêkenok a polîtîk ya bi navê "Bêrû" li Stenbolê derket pêşberî temaşevanan. 
 
Koma Şanoyê ya Tetatra Jiyana Nû ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) bi lîstika pêkenok a polîtîk ya bi navê "Bêrû" li Navenda Çandê ya Barişmanço a li Qadikoya Stenbolê derket pêşberî temaşevanan. Lîstika ku bi zimanê kurdî hat pêşandan. 
 
Lîstika ku ji 2 perdeyan pêk dihat û 85 deqeyan berdewam kir derhineriya wê Nazmî Karaman, wergera wê jî Dîlawer Zeraq kiriye. Lîstikvanê lîstikê jî Omer Şahîn, Rugeş Kirici, Rewşen Apaydin, Cîhad Ekîncî û Nazmî Karaman bûn.
 
Lîstika ku ji çîrokeke rastyeqîn ji aliyê Derhinêrê Îtalî Darîo Fo ve hatiye nivîsîn, mijara wê sermaye û mekanîzmaya di navbera gel û dewletê de ye. 
 
Piştî ku lîstik bi dawî bû lîstikvanan li ser piyan li çepikan da.
 
Koma şanoyê wê îro bi lîstika bi navê 'Tenê Ez' bê pêşberî temaşevanan.
 
Herwiha Koma Teatra Jiyana Nû wê sibe jî saet di 20.00'an de  bi lîstika bi navê "Tenê Ez" li navenda çandê ya Bariş Manço derkeve pêşberî temaşevanan.