‘Em zarokan teşwîqî pirtûkên Kurdî bikin’

  • 09:11 19 Mijdar 2019
  • Çand û Huner
AMED - Cejna Sezgîn bi munasebeta Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê bang kir ku zarok bi zimanê dayikê bêhtir pirtûkan bixwînin û wiha got; “Bila zarok bi çanda xwe û zimanê xwe zanistê fêr bibin.”
 
Di  navbera 13-20’ê Mijdarê de weke Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê tê pîrozkirin. Armanca pîrozbahiyê teşwîqkirina zarokan ji bo xwendin û nivîsandinê ye. Xwendina bi zimanê dayikê amûra pêşketin û fêmkirinê ye. Mamosteyê Pêşdibistanê Cejna Sezgîn bi munasebeta Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê axivî û got; "Zarokên me xwediyê zimanekî qedexe ne. Bi zimanê biyanî dixwînin ku ev yek ji bo kesayeta wan nabe pêşketinek rast." Cejna bang kir ku hemû nivîskarên kurd bi kurdî binivîsin ku zarokan teşwîqî xwendina pirtûkên bi Kurdî bikin.”
 
‘Nivîsandin û xwendin şoreş e’
 
Cejna li dibistana Zarokîstan a girêdayî Şaredariya Peyaza Amedê mamostetiya pêşdibistanê bi zimanê Kurdî dikir. Dema ku qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, dibistan û komeleyên ziman, cihên çandê û komeleyên jinan hatin girtin ku Zarokîstan yek ji wan cihên perwerdeyê bû. Lê car din Cejna di nav de 8 mamosteyên Zarokîstanê kar û xebatên xwe dan berdewamkirin. Bi  vê re Cejna pirtûkên zarokan yanî çîrokan dinivîse. Cejna anî ziman ku ew ji bi zimanekî azad mezin nebûne û wiha berdewam kir; “Min jî pirsgirêk û trajediyên ziman jiya.   Loma naxwazim zarokên werin bi heman pirsgirêkan re rû bi rû bimînin. Ji bo vê yekê min dest bi fêrkirinê kir û bi wê re ji bo zarok hîn bêhtir sûdê bigirin min dest bi nivîsandina çîrokan kir. Min bi vî awayî têkoşînek pêk anî. Bi xwendin û nivîsandinê bila hemû Kurd şoreşê pêk bînin.”
 
‘Ji bo jiyanek rast pirtûk pêwist e’
 
Cejna bal kişand ser roja Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê û wiha got; “Zarok ji bo fêrbûnê tên cîhanê ku em çawa fêr bikin wisa mezin dibin. Divê em jiyaneke rast nîşanî wan bidin ji bo rast bijîn. Xala herî girîng a ku ji bo vê rol dileyîze bê guman xwendin e. Ji bo zarokên me ji çand û zimanê xwe bêhtir sûdê bigirin û bibin xwediyê hişmendiyek berfireh divê em wan teşwîqî xwendinê bikin. Mixabin zarokên me ne xwedî derfetên berfireh in û ji bo wan divê em bêhtir binivîsin. Bila zarok bi çanda xwe û zimanê xwe re zanistê fêr bibin. Xwe û rastiya xwe hîn bibin.”      
 
‘Perwerde, xwendina pirtûkên bi Kurdî ji bo zarokan pêwist e’
 
Cejnayê wiha bi dawî kir; “Ji ber ku li dibistanan zarok nikarin bi awayekî azad zimanê dayikê biaxivin loma her dem ev bandorek neyînî li wan dike. Carinan malbat mecbûr dimînin ku zarokan bibin derûnasan. Loma perwerde, xwendina pirtûkên bi Kurdî ji bo zarokan pêwist e. Divê em zarokan ji vê trajediye rizgar bikin ku wê ev bi têkoşînê pêkan be. Divê em vê têkoşînê di malê de di kuçeyan de bidin destpêkirin.”