Nivîskar Dîlan: Ger em zimanê xwe neaxivin wê berxwedana me nîvco bimîne

  • 09:15 13 Mijdar 2019
  • Çand û Huner
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Nivîskar Dîlan Aydin, diyar kir ku hem zimanê Kurdi bi asîmîlasyonek mezin re rû bi rû ye, hem jî qada nivîskarên jin teng e û wiha got: “Ez hêvîdar im ku jiyaneke weşangeriya bi zimanê dayik û hemû jin bikaribin binivîsin, dest pê bike.”
 
Kurdî zimanekî ku tevî rastî asîmîlasyoneke sîstematîk tê, heta îro hebûna xwe bi awayekî xurt parastiye. Nivîskar Dîlan Aydin bi lêv kir ku di mijara nivîsandina bi zimanê dayikê de kêmasiyên mezin hene û bi taybet jî qada nivîskarên jin teng e. Dîlan Aydin 6 salan di Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hatibû girtin, di beşa wêjeyê de nivîskarî kir. Dîlanê di heman demê di Enstîtuya Kurdî de jî wergerî kir. Dîlan ku şêwazek zelal bikar tîne, bi taybet li ser xwezayê dinivîse.
 
‘Em bêyî ku ferq bikin, xwe tune dikin’
 
Dîlanê destnîşan kir ku zimanê Kurdî gelek kêm tê axaftin û wiha pê de çû: “Ev dramek mezin e. Ji bo xwendekar bixwînin û ji nivîsan feyzê bigire, di hewldanek mezin de me. Li her derê Tirkî serdest e. Ev bûye pirsgirêkek mezin. Êdî dayikên me jî zimanê dayikê bi kar naynin. Li kolanê li her qadê em zimanekî din bi kar tînin. Di esasê de ev trajedî ye. Divê çapemeniya civakî, kolan û esnaf zimanê xwe bi kar bînin. Em hestên xwe bi zimanekî din vedibêjin. Gelo ev hest wê çiqas rast bin. Ji bo em bixwe bawer bin, ji bo rihê neteweyî divê em ji zimanê xwe dest pê bikin. Em zimanê xwe bi kar neynin wê berxwedan seqet bimîne. Em bêyî di ferqa vê de bin, em xwe tune dikin.”
 
‘Nivîsandin yek ji şoreşên mezin e’
 
Dîlanê daxuyakirin ku her nivîsek di pêşerojê de ji bo Wêjeya Kurdî wek mîrateyek mezin wê bimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi awayekî wêjeyî, ragihandina fikran a ji bo xwendekaran hunerek e. Ev bi hezkirinê re eleqeder e. Ger jê hez neke, bikaranîna zimanekî xweş ne pêkan e. Di esasê de ev bandor li ser hestên hemû erdnîgariya me heye. Ji ber vê her Kurdek di esasê de nivîskar e. Ez di nivîsên xwe de wan teşwîq dikim. Her kes dikare binivîse. Ev riya herî baş ya xwe îfadekirinê ye. Nivîsandin yek ji şoreşên herî mezin e. Divê ev bê zanîn û li gorî vê tev bigerin. Di seranserê jiyanê de em rastî her cureyê neheqiyê hatin. Divê ev bê vegotin ku bên zanîn. Bila nifşê pêşerojê jî di vê hişmendiyê de tev bigerin. Ji ber vê jî ji nivîsandinê xwe dûr digirin. Gelek sedem û derfetên me yên ku em binivîsin hene.”
 
‘Em li ser dîroka ku zîhniyeta mêr nivîsiye dijîn’
 
Dîlanê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku dîrok ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve hatiye nivîsîn û gelên berxwedêr û jin, navê wan tê de tune ye û ev tişt bi lêv kir: “Em li ser dîroka ku mêran nivîsiye dijîn. Nivîskarên mêr her çiqas di alî wêjeyî de xurt bin jî zimanekî zayendperest bi kar tînin. Her çiqas bi zimanekî xweş û şîrîn behsa jinan bikin jî mixabin, bi awayekî ku em nabînin, wan çal dikin. Em dikarin navekî nivîskarekî bi vê navdar bûye vebêjin. Em li ser bedena jinê gotinên xemlandî dibêjin û zimanekî aydê serdestiya mêr bi kar tînin. Ev bêrêzdariyeke li hember jinan e. Zayendperestî nêzîkatiyeke ku edeb û pergala civakê xera dike ye. Demekê şanogerekî salane di rojnameya me de dinivîsî. Di nivîsên wî de jinan li hember hev şerekî qirêj dimeşandin. Me rexneyên xwe jê re got. Her çiqas Kurdiya wî xweş bû, nivîsên wî baş bûn jî heqeret bû. Pişt re ev ferq kir û bi xwe re guherînek mezin afirand.”
 
‘Divê em ji bo pêşerojê arşîvek mezin kom bikin’
 
Dîlanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku berê nivîsên xwe bi awayekî dosya kom dikir û parve nekir û got: “Gelek jinên wek min dinivîsin lê parve nakin hene. Ji bo jinan divê rûpelek taybet û qadek hebe. Di weşanxaneyên me de xebatkarên jin hene.Lê gotina van çiqas derbasdar e gelo. Ji ber em jin in, pirsgirêkên mezin dijîn. Em erênî li fikrên nivîskarên jin nanêrin, em li şûna girîngiyê bidin ziman em wan cuda dibînin. Ev nêzîkatî mirovan şûnde dixîne. Divê arşîvek me hebe. Lê niha em dinêrin her tişt bûye rojane. Em bendekê dinivîsin û parve dikin. Ya girîng ev e ku arşîvek mezin bê komkirin. Ez hêvîdar im ku jiyaneke weşangeriya bi zimanê dayik û hemû jin bikaribin binivîsin, dest pê bike.”