Koma Helbestê ya Amedê pirtûka Payiz Tursun nirxand

  • 11:56 11 Mijdar 2019
  • Çand û Huner
AMED - Koma Helbestê ya Amedê ku ji du hefteyan carekê bernameya nirxandina pirtûkên helbestkaran li dar dixe vê hefteyê pirtûka Helbestkar Payiz Tursun a bi navê Payiza Emrê min Bihara Dilê Min, nirxand. Payiz Tursun derbarê bernameya ku ji bo nirxandina pirtûka wê hat lidarxistin de wiha got:"Ji bo xwedîderketina zimanê Kurdî û Wêjeya Kurdî lidarxistina bernameyên bi vî rengî gelek girîng in. Ji bo gotinên giranbiha yên dapîr û bapîrên me winda nebin min bi Kurdî nivîsand. Ji bo xizmeta ziman û wêjeya Kurdî ez ê her bixebitim."
 
Koma Helbestê ya Amedê ya ku ji aliyê zimanhez û wêjehezên Kurdî hatiye damezrandin ji du hefteyan carekê pirtûka helbestkarên Kurd ên ku bi Kurdî nivîsandine dinirxîne. Endamên Koma Helbestê ya Amedê vê hefteyê bernameya xwe li Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED DER) ya Amedê li dar xistin. Di bernameyê de pirtûka Helbestkara jin a Kurd Payiz Tursun a bi navê  Payiza Emrê min Bihara Dilê Min, hat nirxandin. Di destpêka bernameyê de Payizê behsa çîroka nivîsandina helbestên xwe kir û wiha got:"Ji ber zihniyeta baviksalarî derfeta min a ji bo ez dibistanê bixwînim çênebû. Ez piştre bi hewildana xwe hînî xwendinê û nivîsandinê bûm. Min xwest ez bi zimanê dayika xwe hestên xwe bînim ziman. Min êş, têkoşîn û serpêhatiyên ku di jiyanê de qewimîne nivîsand. Her çiqas ez bi astengiyan rûbirû hatim hiştin jî dîsa jî min li berxwe da. Her dem ji bo ez bi zimanê xwe binivîsim û wêjeya Kurdî pêş bikeve ez xebitîm. Heta dawiya emrê min ez ê xwe bidin xebata ji bo pêşketina ziman û wêjeya Kurdî."
 
Piştî ku Payizê behsa çîroka nivîsandina helbestên xwe kir endamên komê û kesên ku ji derveyî komê beşdarî bernmayê bûbûn pirsên xwe pirsîn. Piştî pirsan pirtûka Payizê hat nirxandin û herî dawî jî helbestên Payizê hatin xwendin.