Li Sûrê 850 zarokan şano temaşe kir

  • 11:55 11 Mijdar 2019
  • Çand û Huner
AMED - Bi piştevaniya Şaredariya Sûrê li Şanoya Bajar a Amedê di navbera 6 û 10'ê Mijdarê de di şahiya şanoyê ku hat lidarxistin de ji navçeya Sûrê û ji gundên derdorê zêdeyî 850 zarokan şano temaşe kir. 
 
Li Amedê bi piştevaniya Şaredariya Sûrê zarokên Sûrê ku qet fersend nedîtibûn şano temaşe bikin, berî bi 5 rojan du caran lîstika şanoyê ya zarokan a bi navê "Pîrê û Rovî" temaşe kirin. Endamên Meclisa Şaredariya Sûrê ji Sûrê û Gundên derodorê bi wesayitan zarok anîn eywana şanoyê ji bo ku lîstikê temaşe bikin. Zarokên ku ji bo temaşekirina lîstikê hatin, di dema lîstikê de demên xwe derbas kirin û car caran jî tevli lîstikê bûn. Zarokên ku ji malên xwe û ji gundên xwe hatin girtin piştî ku lîstik bi dawî bû yek biye dîsa bi wesayitan birin mal û gundên wan. Herwiha ji aliyê Şardariya Sûrê ve ji bo her zarokek ku tevli lîstikê bû çandeyekî pêlîstok tê de wekî diyarî ji zarokan re hat dayîn.  
 
'Em ê şahiyên xwe yên ji bo zarokan berdewam bikin'
 
Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr bal kişand ser girîngiya şanoyê ji bo zarokan û wiha got: "Bi taybetî me xwest ku zarokên derfetên wan ên şano temaşe bidin tune ne bên li van lîstikan temaşe bikin û me xwe gîhand ji 850 zarokan zêdetit. Ev xebat ji bo me hem kêfxweşî û hem jî gelek girîng bû. Em ê ji îro û şûn de jî ji bo zarokan şahiyên cur bicur li dar bixin û vê xebata xwe berdewam bikin."