Şaredariya Sûrê ji bo zarokan çalakî li dar xist

  • 15:11 7 Mijdar 2019
  • Çand û Huner
AMED - Şaredariya Sûrê ji bo zarokên paşwendî şanoya “Pîrê û Rovî” li dar xist. 
 
Şaredariya Sûrê ya Amedê ji bo zarokên paşwendî şanoya “Pîrê û Rovî” li dar xist. Zarokan bi eleqeyek mezin şano temaşe kirin. Şano ji aliyê lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê ve hat lîstin. 
 
Endamên Meclîsê ya Sûrê anîn ziman ku wan ev şanoya ji bo zarokên ku derfetê nabînin şanoyê temaşe bikin li dar xistine. 
 
Her wiha endamên meclîsa şaredariyê çenteyê ku pêlîstok tê de hebû diyarî zarokan kirin. 
 
Ew ê ev çalakî heta 10'ê mehê bidome.