Şaredariya Êlihê ew ê çar filmên belaş ên sînemayê ji bo temaşekaran biweşîne

  • 10:11 4 Mijdar 2019
  • Çand û Huner
ÊLIH-Dê di çarçoveya kampanyaya temaşekirina filmên sînemayê yên belaş ên ji aliyê Şaredariya Êlihê tê birêvebirin di meha mijdarê de çar filmên sînemayê yê belaş ji bo temaşekaran bên weşandin. 
 
Di çarçoveya xebatên çand hunerê de çalakiyên Şaredariya Êlihê yên ji havînî de ye tên lidarxistin, didomin. Dê di çarçoveya kampanyaya temaşekirina filmên sînemayê yên belaş ên ji aliyê Şaredariya Êlihê tê birêvebirin di meha mijdarê de çar filmên sînemayê yê belaş ji bo temaşekaran bên weşandin. 4 filîmên ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Kolektîfa Sînemaya Nû, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn hatiye diyarkirin dê li Navend Çandê ya Guneştekin bên weşandin. 
 
Dê li gor bernameya mijdarê di 11'ê Mijdarê de filmê "Kefernahum", di 12'ê Mijdarê de "Her Malek Dibistanek"," di 19'ê Mijdarê filmê "Aether", di 27'ê Mijdarê de filmê "Dizên Kevokan" bên weşandin.