'Em bi klamên xwe komkujiyên li Rojava tên kirin nadîn jibîrkirin'

  • 09:05 24 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner
Zeynep Durgut
 
WAN - Di encama êrîşên dewleta tirk de Sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef jiyana xwe ji dest da. Dengbêj Meryem li ser Hevrînê klam çêkir û got ku ew ê  komkujî û xiyaneta li Rojava hat kirin bi klamên xwe zindî bihêlin. 
 
Êrîşên Artêşe Tirk tevî  peymana agirbestiyê jî li ser  Bakur û Rojhilatê Suriyeyê berdewam dikin. Di encama  êrîşên dewleta tirk  de heta niha bi sedan sivîl hatin qetilkirin û Gelê Kurd li Rojava bi komkujiyan re rû bir û ma. Di encama bombebaranên  êrîşan de  Sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi awayekî hovane hat qetilkirin. Dengbêj Meryem li ser qetilkirina Hevrînê û zarokên Rojava ku jiyana xwe ji dest dan klamek amade kir. Meryemê diyar kir ku xîyanete li dijî Gelê Kurd li Rojava pêk tê ew ê tu caran nedin jibîrkirin  û got ku ew êdî naxwazin li  ser êş û komkujiyan klaman bibêjin.  
 
'Bi wijdan tevbigerin'
 
Meryemê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser rojavayê Kurdîstanê û wiha axivî;” Ji şeran herî zêde dayîk diêşin. Leşker  tên kuştin dayîk digrin digrin û gerîlla tên kuştin dayîk digrin. Li Rojava jiyaneke hevpar û pergaleke demokratîk hatiye avakirin. Pêwîste ku hikûmet vê pergala ji xwe re bike mînak. Bi bomberankirinê çareserî pêk nayê. Di van şeran de herî zêde em dayîk dişewitîn.Bi şer tu pirsgirîk çareser nabin. Bi rojan e dewleta tirk Rojava bombebaran dike û heta niha bi sedan kesên sivîl û zarokan jiyana xwe ji dest dane. Hewceye ku her dayîkek li dijî van êrîşan rabe ser piyan û bibêje ku em şer naxwazîn. Di her kes nasnameya xwe li aliyekî bihêle û bi wîjdanî tevgerin. Mirovê ku dibêje ez mirovim pêwîste li dijî van êrîşan bibe mertal. Kesên şer dixwazin zarokên wan ne li şeran e û yên Erdogan jî ne di nav şer de ne. Divê her kes bi wicdan tevbigere û ji van êrîşan re bibêje na.” 
 
'Kurd li Rojava bi xiyaneteke mezin re rûbirû man'
 
Meryemê anî ziman ku bi hezaran sal e Gelê Kurd Di komkujiyan re derbas bûye û got ku bi klamên xwe ew ê xiyaneta li kurdên Rojava hat kirin nedin jibîrkirin û wiha pê de çû;” Bi êrîşên  li ser gelê Rojava re  Tirkiye dijminantiya xwe li hember kurdan aşkera dike û Emerîka jî xiyanet li kurdan kir divê  em vê xîyanetê û dijminantiyê nedin jibîrkirin. Bi klamên xwe em van komkujî û li hember komkujiyan berxwedana gelê xwe yê Rojava zindî bihêlîn.  Dengbêjî dertbêjî ye. Jina kurd dertbêj e. Em çima bûne dengbêj? Ji ber ku Gelê Kurd bi hezaran salin Di komkujiyan re derbas dibe û ev komkujî bi saya dengbêjan heta roja me ya îro nehatine jibîrkirin. Ev êş û elem hem di mejiyê me de û hem ji di giyana me de zindî dimîne. Em gava ku dibêjîn hetên xwe jî pê re tînin ziman. Ger ku mirov hîs neke mirov nikare bibêje." 
 
'Di şexsê Hevrînê de destkeftiyên jinên Rojav hedef girtin'
 
Meryemê di dawiya axaftina xwe de dest nîşanî qetilkirina Sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef kir û got ku  ew ê bi klaman Hevrînê bidin jiyîn û wiha berdewam kir;” Hevrîn Xelef jineke şoreşger û fedakar bû. Ji bo jiyaneke hevpar û têdikoşiya. Bi pêşengiya Hevrînan hêj ji bo avakirina jiyaneke demokratîk û hevpar tekoşîn tê dayîn. Em hêvîdar û  bawer în ku ew têkoşîna bi salanen e tê dayîn dê bigihîje serkeftinê. Di şexsê Hevrînê de deskeftiyên jinên Rojava hatin hedefgirtin. Em şopdarên Hevrînê û kesên mîna wê ne û em ê heta dawiyê li pey têkoşîna wan bin. Ez wekî dengbêjek naxwazim ku zilm û zordestiya pêk tê ji bîr bikim. Em êdî  naxwazîn ku li ser kul û derdan, şer û zordestiyan klaman bibêjîn, em dixwazîn klamên xwe li ser kefxweşî û şahiyan, kulîk û zozanan  bibêjîn. Ji ber wê jî min xwest ku  ez di şexsê Hevrînê de li ser Têkoşîna Rojava klamek çêkim. Em ê bi klamên xwe xiyanet û komkujiya li Rojava pêk tê zindî bihêlîn. Ez bang li hemû hûnermendan dikim ku li dijî vî şerî bê bertek nemînin. ” 
 
Gotinên strana Meryemê wiha ne: 
 
"Heyla dayê berê xwe bidin vê zilmê vê belayê. Wele dîsa neyaran tanq û topên xwe birin ser sînorê suriyeyê  wey li min dayê. Heylê dayê berê xwe bidin vê zilm û zorê. Wele qîre qîra dayikan e. Wele nale nala zarokan e. Hey lê korê dayê birin bêhekîm in û derman nayê. Hey lê korê dayê tu nemayê. Wele xwîna zarokan herikî û bûye çem e. Heyle korê dayê min nema yê. 
 
Wele dibêm hoy Hevrînê hoy Hevrînê. Wele tu kulîlka jînê. Wele mala neyaran xirabe çawa hevala Hevrînê hêla di nav gola xwînê. Wele korê ez ê ez nemayê. Wele tu Hevrin î, tu şirînî wele temamê Suriyeyê li xwe civandê. Wele baweriya me bi te hebû heylê korê ez ê ez nemayê. Heylê Hevrînê keça canê wele tu kulîlka nav qadan î. Wele tu ji me jinan re buyî  pêşeng. Wele dengê hevala Hevrîn êdî nayê, wele keda hevala Hevrînê nivî maye hey Hevrînê.  Wele sond xwar sonda kurdan ax wele tu buyî şehîda Kurdîstanê."