10'emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd di 30'ê Cotmehê de dest pê dike

  • 10:56 23 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner
STENBOL-10'emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a ku ew ê li Hambûrgê bê lidarxistin, di 30'ê Cotmehê de dest pê dike. Dê mîhrîcan heta 6'ê Mijdarê dewam bike. 
 
10'emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a ku ew ê li Hambûrgê bê lidarxistin, di 30'ê Cotmehê de dest pê dike. Dê mîhrîcan heta 6'ê Mijdarê dewam bike. Ew mîhrîcan saet di 18.30'an de li Zeise Kino'yê dest pê bike. 
 
Ew ê tevî filmên bi metraja dirêj û biçûk û belgefilm û filmên zarokan bi tevahî 37 filim bê pêşandan. Her wiha ew ê bi beşdarbûna sînemavanên navdar ên Kurd 4 panel jî bên lidarxistin. Di banga ji bo mîhrîcanê de wiha hat gotin:"Em ê filmên ji her çar parçeyên Kurdistanê û diasporayê ji bo temaşekara pêşkeş bikin."