Îlkay Akkaya: Bedel çi dibe bila bibe divê her kes bên cem hev

  • 09:19 13 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner
ÎZMÎR - Hunermend Îlkay Akkaya diyar kir ku operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê Tirkiyeyê bike xetereyek mezin û wiha got: “Bedel çi dibe bila bibe divê em ligel hev cih bigirin. Tiştekî zêde yê em winda bike nemaye.”
 
Li hember êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her derê cîhanê bertek didomin û li Tirkiyeyê jî hunermend, akademîsyen, parêzvanên mafê mirovan, siyasetmedar û bi hezaran kesên li dijî şer bertekên xwe anîn ziman.
Hunermed Îlkay Akkay da zanîn ku ev operasyona pêk tên, li dijî pratîka jiyana ligel hev a gelê Rojhilata Navîn û pergala demokrastîk a li Bakurê Kurdistanê hatiye avakirinê ye û her wiha CHP ya ku tezgera şer ‘erê’ kir jî rexne kir.
 
‘Ev êrîşa li dijî hemû kesên bi yekîtiya gel bawer dike ye’
 
Îlkayê daxuyakirin ku geşedanên demên dawî tên jiyîn bi xof û fikarin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye di navîna pisgirêkên li Rojhilata Navîn tê jiyînê de ye. Bi teqînên DAIŞ’ê jî ev êş tên jiyîn. Hêzên Kurd li wir avabûnek demokratîk ava kir, li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin da. Niha hewl didin pêşiya vê bigirin. Ev êrîş ne tenêli hember Gelê Kurd li hember hemû gelên li Rojhilata Navîn e.”
 
‘Muxalefeta sereke divê ne populîst, bi rêgez be’ 
 
Îlkayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku şerê demek dirêje tê meşandin bandorek neyînî li ser Tirkiyeyê kiriye, kesên ji şer re gotine na jî bi KHK’ê ji kar hatine avêtin, mirovên bertek nîşanê vê dane jî hatine binçavkirin û girtin. Îlkayê ev tişt anî ziman: “Zextên wisa dikarin dîsa berdewam bikin, divê em bên gel hev bifikirin. Partiya muxalefeta sereke got ‘Em dilşewitî ji tezgereyê re dibêjin ‘erê’. Li şûna bêjin ‘ez potansiyela dengan winda dikim’ divê vegerin polîtîkayeke di esasa rêgezan de.”
 
‘Tiştekî em winda bikin nema’
 
Îlayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku aliyê operasyona niha ne diyare, wek her tim ji bo xilaskirina polîtîkaya hundir e û wiha pê de çû: “Em ketine pêvajoyeke xerab. Jin û zarok aliyên ku her tim zilmê dibînin e. Wê zilm girantir be. Wê mirov koçber bin. Em tu kes vê naxwazin. Ji bo ev pêk neyê divê bedel çi dibe bila bibe em ligel hev bin. Tiştekî em winda bikin nemaye. Ger bê xwestin em kapîtalîzm hem jî emperyalîzm dikare ji welatê me bê avêtin.”